EDENE – Nûçegihanê me yê dîhaberê Erdogan Alayumat ê di 27’ê tîrmehê de hat girtin, ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat kirin.
Nûçegihanê me yê dîhaberê Erdogan Alayumat ê ku li ser xeta sînorê Dîlok-Hatayê nûçe dişopandin di 27’ê tîrmehê de bi hinceta “Sirên dewletê yên nepen aşkere kiriye” hat girtin ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê sirgûnî Girtîtgeha Tîpa T a Tarsûsê hat kirin. Hat zanîn ku bêyî ku hincetek bê nîşandan Alayumat hatiye sirqûnkirin. Parêzer Tugay Bek ji bo bi Alayumat re hevdîtinê pêk bîne çû Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. Girtîgeha Hatayê ji Bek re got ku Alayumat duh sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatiye kirin.