Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 677'emîn serî li Serdozgeriya Komare ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 677'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parezer heri dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn îmraliyê û 676 caran serlêdan kiribûn.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hinceta muxalefeta hewayê heye, koster xerabe ye û OHAL heye serlêdan hatin redkirin.