ENQERE - Di operasyona li dijî HDP'ê de Şefê Nûçeyan ê ajansa DÎHA ya hatiye girtin ê Enqereye Kenan Kirkaya li mala xwe ya lş Enqereyê hat binçavkirin.
Piştî teqîna li Stenbolê vê sibê polîsan li dijî rêveberêb Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyon da destpêkirin û yek ji bajarên binçavkirin Enqere ye. Di operasyonê de 17 kesên ku di nav de Hevserokê HDP'a Enqereyê Îbrahîm Bînîcî hene hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonê de yek ji kesên hatina binçavkirin Şefê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi biryarnameya KHK'ê hatin girtin Kenan Kirkaya ye. Piştî lêgerîna li mala wî Kirkaya hat binçavkirin, bi kesên din re piştî di kontrola tendirûstiyê de derbas bûn birin Midûryeta Polîsan a Bajar.
Rojnameger Kirkaya 20'ê Mijdara 2011'an di çarçoveya operasyona "KCK" hatibû girtin û di Adara 2014'an de hatibû berdan.