REQQA – 5 sale DAIŞ’ê hemû tax û kolanên Reqqayê xistiye tariyê. Li kolanên tarî yên Reqqayê ku ber ronahiyê ve diçin şervanên QSD’ê ku bi xwêdan û xwîna xwe li berxwe didin bi 7 zimanan diaxivin. Sohbetên şervanan dem bi dem bi îngîlizî û fransî dest pê dike û pişt re diguhere kurdî, erebî û tirkî. Şervan bi nivîsa îngîlizî ya “Li dijî tarîtiyê hezkirina têr û tije ya QSD, YPG û YPJ” xwe vedibêjin.
Operasyona “Cenga Mezin” a ji bo rizgarkirina Reqqayê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dabû destpêkirin di roja 64’emîn de berdewam dike. Ji gelek deverên cîhanê şervan herikîn Reqqayê û di şerê man û nemanê de cihên xwe girtin. Ji bo ku ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya ku ji bo hemû cîhanê xetereyek mezine bê rawestandin ji gelek bawerî, ol, netew û çandên cuda şervan li Reqqayê li dijî tarîtiya DAIŞ’ê bajêr ber bi ronahiyê ve dibin û berxwedanê mezintir kirin. Şervanên ji çandên cuda ku li Reqqayê ne bi 7 zimanan tê axaftin.
MOZAÎKA GELAN LI REQQAYÊ YE
Bajarê Reqqayê li ser axa Rojhilata Navîn cihe xwe yê dîrokî û stratejîk digire. 5 sale bajarê Reqqayê radestî DAIŞ’ê hatiye kirin. Bi destpêkirina operasyona QSD’ê re Reqqa li Rojhilata Navîn bû navendeke siyasetê. Rizgarkirina Reqqayê ji bo gelek şoreşgerên cîhanê jî bû xeyal û gelek şoreşgeran berê xwe da Reqqayê. Di bin sîwana QSD’ê de wateya gotinên “Çiqas mirov ewqas ziman. Çiqas cudahî ewqas dewlemendî” geştir dibe. Ji welatên mîna Îspanya, Îtalya, Fransa, Îngîltere, Almanya, Polonya, Yewnanîstan, Kanada, Swêd, Tirkiye, Îran û gelek welatên din şervan di nav refên QSD’ê de ji bo azadkirina Reqqayê têkoşînê mezintir dikin. Bi piranî zimanê kurdî û erebî li Reqqayê tê axaftin. Her wiha zimanên mîna îngîlizî, fransî, elmanî, tirkî û yewnanî jî tê axaftin.
Hema bêje hemû şervan ji bo kurdî fêr bibin di nav hewldanên mezin de ne. Axaftinên herikbar a bi kurdî yên şervanan mirovan matmayî dihêle. Şervanên kurd û ereb jî hewl didin bi zimanên biyanî biaxivin. Axaftin dem bi dem bi îngîlizî dest pê dike û paşê vediguhere zimanê kurdî, erebî û tirkî.
‘LI DIJÎ TARÎTIYÊ HEZKIRINA TÊR Û TIJE’
Li bajêr gelek nivîsên cuda yên li ser dîwaran jî hatine nivîsin balê dikişîne ser xwe. Li ser dîwaran nivîsa herî balkêş ya bi 7 zimanan jî wiha ye: “Li dijî tarîtiyê hezkirina têr û tije ya QSD, YPG û YPJ.”
Nazim Daştan - dîhaber