13 welatiyên îşkenceyê dîtin hatin berdan

AMED – Li Hezroyê 13 welatiyên bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Li gundê Kanîbişkul ê bi ser navçeya Hezroya Amedê ve piştî êrîşa li dijî cerdevanan 13 welatiyên bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Di nav de ku zarok, jin û kalê 95 salî jî hebû 13 kesên li Qereqola Cendermeyan a Navçeyê karê îfadeyan xelas bû serbest hatin berdan. Navên kesên serbest hatin berdan wiha ne: Evîn Kirboga (19), Fetah Kirboga (34), Muhsin Kirboga (28), Nîmet Kirboga (54), Abdullah Kirboga (22), Bariş Kirboga (17) û Veysî Kirboga (20), Fesîh Kirboga yê 95 salî, Fehmî Kirboga (32), Mahsun Kirboga (19), Ozgur Kirboga (16), Şamet Kirboga (55) û Faruk Kirboga (58).

Dorpêçkirina leşkeran a li derdora gund û operasyona li herêmê berdewam dike.