DERSIM - Li Dersimê di her demsalên zivistanê de Şîr ji ser sifreyan kêm nabe. Dîsa bihatina zivistanê re Şîr jî daket ser sifrê.
Li bajarê Dersimê di her demsalên zivistanê de şîr ji ser sifreya welatiyan kêm nabe. Dîsa bi hatina zivistanê re şîr daket ser sifrê. Şîrê ku yek ji xwarina sereke ya Dersimê ku wekî çand û kevneşopiyekê ye, di her demsala zivistanê de ji ser sifreyan kêm nabe. Li navçeyên Mazgirt û Erzincan di xwarina herêmî ya Zirfetê de şîr xwarina sereke ye. Zîrfetê ku ji giha û sîrak zozanên bilind ên Dersimê kom dikin, tev li dew, arvan û rûnê nivîşk dikin. Xwarina şîr li her malê di demsala zivistanê de xwarina sereke ya ser sifrê ye.
Şîr ji bo herêma Dersim, Erzingan, Çewlîk û Xerpêtê xwarina elewiyan a sereke ya ser sifreyan e. Li herêmê ji bo vê xwarinê navên Babuko, Kilora Sîr, Şîr û Zêrfet jî tê gotin.