Cenazeyê dawî yê Hezana Şîrwanê ji bin axê derxistin

SÊRT - Li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê, cenazeyê dawî yê karkerê di bin axa hezanê de mabû ji bin axê derxistin.

Li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê di 17'ê mijdarê de li Kana Madenê hezan pêk hatibû. Di hezanê de ax şemitîbû û 16 karker di bin axê de can dabûn. Heta niha di rojên cuda de cenazeyê 15 karkeran ji bin axê derxistibûn. Îro jî cenazeyê karkerê bi navê Îbrahim Kilinç ji bin axê derxisitn. Bi cenazeyê Îbrahîm Kilirç re cenazeyê 16 karkerên di bin axê de mabûn tev ji bin axê hatin derxistin.

Piştî hezanê têkildarî bûyerê Dozgerê Komarê yê Sêrtê lêpirsîn dabû destpêkirin. Bi îdîaya berpirsiyarê faciayê ne midûrê seha madenê û pisporê ewlehiyakar jî di navde bi giştî 7 kes hatibûn binçavkirin û girtin.