WAN – Parêzerên OHD'ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi girtiyên rastî lêdanê hatin re hevditin kirin. Parêzeran rapor amade kir û diyarin ku girtî rastî îşkenceyê hatine û wiha cih dan raporê. "2’emin Midûrê girtîgehê tevî 7-8 gardiyanan ketine odeyên jinan û neheqî li girtiyan kirine û li girtiyan dane.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, rastî lêdana gardiyan û leşkeran hatin. Piştî bûyerê parêzerên Platforma Hiquqnasên Azadîparêz (OHP) çûn li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û rapor amade kirin. Parêzerên rapor amade kirin li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberên ÎHD'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet, diyar kir ku êdî hiqûq li ber çavan nayê girtin û heta OHAL ranebe demokrasî û mafên mirovan nayê vî welatî.
Endamê OHP'ê Prz. Erhan Çîftçîler jî diyar kir ku tê xwestin zext û OHAL’ê li herêmê û girtîgehan mayinde bikin. Çiftçiler, anî ziman ku her diçin îhlal zêde dibin û binpêkirina mafan bi rengê tundiya fîzîkî xwe dide der.
Endamê OHP'ê Prz. Gulan Çagin Kaleli jî rapora têkildarî Girtîgeha Tîpa T a Wanê amade kiriye parve kir û wiha got:
“* Di 08.08.2017'ê mehê roja Sêşemê de li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi ser girtiyan de girtine û girtî rastî lêdanê hatine. Piştî girtiyan serî li komeleyê dan, komeleyê heyetek ava kir û çûn li girtîgehê lekolîn kirin. Heyetê xwest bi midûrê girtîgehê re hevdîtin bike. lê midûrê girtigehê daxwaza heyetê red kiriye.
* Heyeta me bi cîgirê Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Wanê Mehmet Ceylan re hevdîtin kiriye û Di hevdîtinê de ev tişt hatin gotin:
- Dun(08.08.2017) di girtîgeha me de bûyer pêk hatin. Ez der barê naveroka bûyerên li girtîgehê de ne xwedî erkim agahî bidim. Hûn dikarin bi Serdozgerê Komarê yê Wanê re hevdîtin bikin û agahî bistînin. Hin girtî û personelên girtîgehê birîndar bûn.
- Der barê ziyareta parêzeran a bi hevdîtina girtiyan de sînor hatiye danin û hevdîtin hatiye bisînorkirin. Ji niha û şûnde hefteyê carekê hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re hefteyê saetekê dê di bin kamerayan de bê kirin.
- Li girtîgeha me 400 girtî zêdeyî kapasiteyê tên girtin.
- Li gorî tê xwestin xizmeta tenduristiyê nayê dayîn. Hefteyê du rojan bijîşk tê girtîgehê. Ev yek wezareta tenduristiyê eleqeder dike. Ji ber ku hêjmara girtî û hikumxwrana nagêje 5000 hezaran li vir nexweşxane nayê avakirin.
DAXUYANİYA GIRTIYAN
* Daxuyaniya Aynur Bagiş: Li girtîgehê 963 girtî hene. Jê 30 girtî jin in. Di 05.08.2017'an de dema gardiyan ji bo hêjmarê hatin, li 3 hevalên me neheqî kirin. Hevala me ya nexweş Saime kaş kirin û ji nava doşekê derxistin û neheqî lê kirin. Piştî vê yekê 2’yemîn Midûr Mikail Matmah 7-8 gardiyanên mêr danîn kêleka xwe û bi ser odeya jinan de girt. Got 'Em bêjin çi divê hûn li gorî wê tev bigerin' û çûn. Di 08.08.2017'an de 3 gardiyan û serokê wan hatin bi zorê xwestin hêjmarê bigirin. Me got ev rêbaz ne rast e. Jina gardiyan a ez navê wê Hacer dizanim gefa “Hûn dê bibînin" li me xwar û çû. Roja din li odeya mêran a C-5 dengê aloziyê hat. Dema me dicamê re nerî destê wan li pişt wan kelepçe kirin û ew birin. Piştre 2'emîn midûr tevî 7-8 gardiyan hatin û neheqî li hevalên me kirin. Heta saet 4'an av û ceyran ji ser me qut kirin. Hevalên me rastî neheqiya wan hatin. Hevalên me yên bedena wan şîn bûn hene.
Girtî Faruk Demir, Sara Kaya, jî diyar kirin ku zextên li ser wan zêde ne û mafê wan ê civakî û sporê ji destê wan girtine. Di bûyerê de 25 girtî ji laşê xwe birîndar bûn. Girtiyan diyar kirin ku bi awayekî keyfî tundiyê li ser wan dimeşînin."