Bûldan: Divê em li Şirnexê xwedî derbikevin!

ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku gelê Şirnexê tu carî serê xwe netewandiye û wiha got: "Tu carî vîna xwe û rûmeta xwe nexistin bin lingan. Ji ber vê yekê divê em li wan bi tenê nehêlin. Pêdiviya wan ji me heye." Mîthat Sancar jî anî ziman ku dê hikumet û dewletê hesabên van kirînên xwe zû an jî dereng li ber hiqûqa navnetewî bide.

Wekîla Serokê Meclîsê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan û Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ji bo lêkolînê û roporê bigirin hatin Şirnexê. Bûldan û Sancar derbarê Şirnexê ya ku 246 roj qedexe li ser ma û bi mehan bi tank û topan hat wêrankirin ji dîhaber'ê re axivîn.

'KEVIR LI SER KEVIR NEMA YE'

Pervîn Bûldan diyar kir ku Dewleta tirk û hikumeta AKP piştî serkeftina HDP'ê ya 7'ê hezîranê li ser gelê kurd biryarek sitendine û li ser vê biryarê şerekî qirêj dane meşandin. Bûldan destnîşan kir ku li ser navê "qedexekirina derketina kolanan" bajarên kurdan hat hilweşandin, talankirin û wiha berdewam kir: "Dema qedexeya Şirnexê em û gelek parlementeran me xwest em bikevin Şirnexê lê nehiştin, pêşiya me girtin û nehiştin em bikevin bajêr. Piştî rakirina qedexeyê em hatin Şirnexê, me dît ku kevir li ser kevir nehiştine. Nîveke bajêr hatiye hilweşandin. Mixabin tenê ne Şirnex e. Gever, Nisêbîn, Farqîn û Cizîrê hwd. bi heman hişmendiyê hatiye hilweşandin. Welatiyên ku malên wan hatine hilweşandin, dikan û jêrzemînên xwe kirine xanî û tê de dijîn."

BÛLDAN: DIVÊ EM LI HEV XWEDÎ DERBIKEVIN

Bûldan da zanîn ku ev rêbaz konsepta dewletê ya polîtîkaya li ser kurdan e û axaftina wiha berdewam kir: "Hikumeta AKP li hemberî kurdan konseptek xist meriyetê. Di çarçoveya vê konseptê de xwestin ku vîn û rûmeta gelê Şirnexê bixin dest. Lê gelê Şirnex ligel hemû êşan serê xwe li ber wan netewand. Tu carî vîna xwe, rûmeta xwe nexistin bin lingan. Duh me esnafên Şirnexê ziyaret kir. Sûka bajêr nemaye. Welatiyan bi derfetên xwe hinek dikan vekirine. Esnafan jî welatiyan jî gotin 'em baş wateya vê konseptê zanin'. Ev konsepta ligel hemû gelê kurd hat meşandin. Parlementer, hevşaredar û welatiyên me hemû girtin. Her tişt li ber çavan e. Her tişt bi zaneyî çêdibe. Gelê Şirnexê berî her tiştî piştgiriyê dixwaze. Divê gelê me Şirnexê bi tenê nehêle. Pêdiviya gelê Şirnexê ji me heye. Ji bo em vê konseptê vale derbixin divê em bibin yek û li hev xwedî derbikevin."

'DEMA MIN ŞIRNEX DÎT ŞERÊ CÎHANÊ YA 2'YEMÎN HAT BER ÇAVÊN MIN'

Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî diyar kir ku tiştên ku derbarê Şirnexê de bihîstibûn û tiştên ku dît ne wek hev e û wiha axivî: "Hilweşandin pir mezin e. Şirnex bi temamî wenda bûye. Ne kolan, ne parq, ne jî xanî maye. Bajêr ser û bin bûye. Dema min ev hilweşandin dît dîmenên Şerê Cîhanê ya 2'yemîn hat ber çavên min. Berpirsyarên van dîmenan hikumet û dewlet e. Dê hesabê van kiryarên xwe bidin. Her wiha ev hilweşandin hêj didome. Lê bi çi rêbazî, kîjan hêz, bi çi şiklî tên kirin? Heta em bersiva van pirsan bistînin jî em ê bibîra wan bixin. Bi rastî gelê me di bin şert û mercên giran de têdikoşin. Bi hezaran li navçe û gundên hewirdorên ve bi cîh bûne. Zivistan her diçe dijwartir dibe."

SANCAR: HESABÊN KIRINÊN XWE ZÛ AN JÎ DERENG Ê BIDIN'

Sancar destnîşan kir ku Komeleya Rojava berê ji bo gelê heremê şev û roj dixebitî lê ji ber biryara KHK'ê hat girtin bibirxist û axaftina xwe wiha domand: "Dewlet bi xwe alîkariyê nake. Her wiha komeleyên ku alîkariyê didin gel jî mohr kirin. Xanî ji xwe nehiştinin. Gelê Şirnexê bi awayekî kolektîfî tê cezakirin. Ev cezayê kolektîf polîtîk e. Ev tişt ne gorî pîvana însanî, ne siyasî, ne jî hiqûqî ye. Komîteyên zirarê li kî derê ne? Bi çi şiklî dixebitin? Komele, parêzer û xebatkarên me hemû girtin. Hemû riyê me girtin. Ji ber vê yekê ji aliyê hiqûqî jî em zehmetiyê dikşînin. Lê em ê li her deverê serlêdanê bikin. DMME, YN hwd. Tu sûc bê ceza namîne. Her kes ê hesabên van kirînên xwe zû an jî dereng li ber hiqûqa navnetewî bide."