Ji Şamîl Tayyar gotinên balkêş: Li Tirkiyeyê dê dewletek kûr a nû bê avakirin

STENBOL - Parlamenterê AKP'ê Şamîl Tayyar, diyar kir ku dewlata kûr ne tişteş xirabe û dê dewletek kûr a nû were avakirin.

Parlamenterê AKP'ê yê Dîlokê Şamîl Tayyar da zanîn ku divê li Tirkiyeyê dewleta kûr hebe û wiha got: "Dewleta kûr ne tiştek xirabe." Tayyar k udi prograkem a A Haberê de ku nêzî dewletê ye de diyar kir ku divê dewletek kûr li Tirkiyeyê hebe û wiha pêde çû: "Li welatên wekî Tirkiyeyê yên di erdnîgariyên zehmet de ne divê dewleta kûr hebe. Ev tê wateya dewletek ji nû ve ji xweliya xwe xwe afirandine. Lê mixabin olîgariya bîrokratîk a dewleta kûr bidest xistiye, vê wekî amûra îktîdara xwe dît. Em niha dibêjin ku; Dê li Tirkiyeyê dewlete kûr a nû bê avakirin. Ev dê ji gel fermanê bigirin."