ENQERE - Nûnertiya TGS'ê ya enqereyê xwestin rojanemger Kenan Kirkaya yê ku vê sibê hat binçavkirin bê berdan û wiha got: "Ji bo armancên xwe pêk bînin zextan li çapemeniyê dikin, destên xwe li ser çapemeniyê bikişînin. Ji sibe zûtir destê xwe bikişînin."
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Enqereyê, bi daxuyaniyekê xwest ku nûnerê DÎHA'yê yê Enqereyê Kenan Kirkaya ku di operasyonên li dijî HDP'ê de hat binçavkirin demildest bê berdan. Di daxuyaniyê de gotinên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ên "Ji sibe zûtir dê hesab bê pirsîn" hat bibîrxistin û ev tişt hatin ragihandin: "Hêj 24 saet li ser bûyerê re derbas ne bûye dîsan hesap ji çapemeniyê xwestin. Kirkaya nûnerê ajansa DÎHA'yê ku bi biryarnameya KHK'ê hat girtin ê Enqereyê ye. Di OHAL'ê de riya têkoşîna bi terorê re di çapemeniyê re derbas neba û nabe derbas jî bibe. Ji bo armancên xwe pêk bînin zextan li çapemeniyê dikin, destên xwe li ser çapemeniyê bikişînin. Ji sibe zûtir destê xwe bikişînin."