Malbata zaroka rastî îstîsmara zayendî hatiye serî li ÎHD'ê dan

AMED- Malbata zaroka 11 salî G. a ku li Çinarê rastî îstîsmara zayendî hatiye, li ser bêndengiya dezgehên fermî, bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li ÎHDP'a Amedê dan.

Malbata - Malbata zaroka 11 salî G. a ku li navçeya Çinara Amedê rastî îstîsmara zayendî hat û li nexweşxaneyê zaroka xwe anî dinê, bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê dan. G. ku piştî zaroka xwe anî dinê, bi zaroka xwe re birin Saziya Stargeha Zarokan û ji ber tecawîzkarên zarokê ne hatin dîtin malbat ket nav hewldanan. Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'ê ji bo berpirsyar bên dîtin dest bi xebatan kir. Dê di demên pêşde serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê bê dayîn.

G. di Saziya Stargehan Zarokan de ku îfadeya wê ji aliyê polîsan ve hat girtin, da zanîn ku dema ew wekî karkerên çandiniyê çûne Sîwasê kesekê ava fêkiyan daye wê, ji ser hişê xwe çûye û di wê demê de rastî îstîsmara zayendî hatiye.