ŞIRNEX- Çiyayên erdnîgariya Botanê bi topan tên şewitandin. Şewata ku li Gabarê derket, bi awayekî aşkere û zelal ji navenda Cizîrê dixuyê.
Çiyayên Şirnexê bi topan tên şewitandin. Danê sibehê ji ber topbaranê li Çiyayê Derayê şewat derketibû û danê êvarê jî ji ber toprana Çiyayê Gabarê li gelek noqteyan şewat derket. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku ji be rvê şewatê bi sedan dar bûne xwelî.
Ev şewata ku derket bi awayekî aşkere û zelal ji navenda Cizîrê dixuyê. Her wiha hat hînbûn ku şewata li çiyayên Dera, Çirav û Cûdiyê hîn jî didome.