Di salekê de 451 faîlên nediyar

AMED - Li gorî daneyên ÎHD û TÎHV’ê di 2016’an de 451 kes ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin înfazkirin. Der barê hemû dosyayên hatin vekirin de biryara neşopandinê hatin vekirin. Hevserokê ÎHD’ê yê Amedê Racî Bîlîcî , diyar kir ku ev rêveçûn tehlîkeyê nîşan dide.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) bi minasebeta hefteya mafên mirovan 10-17’ê Kanûnê raporên binpêkirina mafan aşkere kirin. Di 68’emîn sala ku hefteya mafên mirovan li pey xwe hişt dîsa tabloyên binpêkirina mafan zêde ye. Li Tirkiye bi taybetî piştî şerê navxweşî dest pê kir di sala 2016’an de kuştin û îşkence zêde bû. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an heta niha zêdeyî 2 hezar leşker, polîs, cerdevan hatin kuştin. Dîsa di şerê nava bajaren û îlana OHAL’ê de kuştin zêdetir bû. Di sala 2016’an de hêjmara kuştî û înfazan derket lûtkeyê.

ÎHD Û TİHV: DI SALEKÊ DE 451 ÎNFAZ

Li gorî dane û raporên ÎHD û TÎHV’ê bi taybetî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û îlana OHAL’ê gelek welatî li kolanê hatin kuştin. Li gorî raporan di sala 2016’an de 451 welatî bi guleyên polîs, leşker û cerdevanan hatin kuştin. 34 welatî jî di şer de hatin înfazkirin. Ji kesên hatin înfazkirin 82 kes li ser sînor hatin înfazkirin. Di encama teqemeniyan de jî 2 zarok, 7 jin bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

QEDEXEYA KOLANAN ÎHLAL ZÊDETIR KIR

Bi taybetî pîştî qedeşeya kolanan kuştin û înfaz zêdetir bû. Ji1’ê Çile heta meha Adarê di qedexeyên kolanan de 10 jê zarok 22 jin, bi giştî 269 kes ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 3 jêrzemînan de polîs û leşkeran bi çekên agir zêdeyî 10 mirov bi saxî di hundir de qetil kirin û înfaz kirin. Komîserê Blind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Prince Zeid Ra'ad Zeid al-Hussein, diyar kir ku di destê wan de belge û raporên ku leşkerên tirk zêdeyî 100 mirov di jêrzemînan de qetil kirin heye.
LI SER SIFRÊ BI GULEYA HAWANÊ HAT KUŞTIN

Di qedexeyên kolanan de li taxa Îskenterpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê di 3’ê Çile de dayika 3 zarokan a 38 salî Melek Alpaydin li ser sifreya xwarinê bi guleya hawanê hat qetilkirin.

SIYASETMEDAR HATIN QETILKIRIN

Di 5’ê Cile de li navçeya Sîlopya ya Şirnexê Endama Meclîsa Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Sevê Demir, Seroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û kesê bi navê Îslam Atak ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Di qedexeyên li Cizîrê de jî Cihan Karaman birîndar bû, lê ji ber destûr nedan ambulans bi hawarê biçe jiyana xwe ji dest da.

LI WANÊ DI SALEKÊ DE 39 KES HATIN KUŞTIN

Di salekê de herî zêde li Wanê mirov hatin înfazkirin. Di serdegirtina malan a 2016’an de li Wanê zarok, jin, ciwan j idi navde 39 kes hatin kuştin. Di 10’ê Çile de li navçeya Artemêtê polîsan şeveqê bi malekê de girt û 12 endamên HPG'ê yên bê çek di malê de kuştin. Lê polîsan ku wekî şer derketibe nîşan da. Di 19’ê Nîsanê de jî polisan bi ser malekê de girt û Remziye Bor a 30 salî û 7 meh ducanî bi giranî birîndar kir û piştî 28 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

SIVÎL GULEBARAN KIRIN

Polîsan li navçeya Geverê jî li nava bajar li ser koma ku niqaş dikirin gule reşandin û di gulebaranê de ciwanên bi navê Aydin Tümen, Serhat Buldan, Rahmi Sefali û Nejdet Îşyozu qetil kirin. Şemsettin Çakmakçi û Memet Ali Kaya jî birîndar bûn.

BÎLÎCÎ: NEGIRTIN ÎNFAZ KIRIN

Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî diyar kir ku li bajar û heremên ku qedexeya derketina kolanan lê hat îlankirin gelek welatî hatin înfazkirin û wiha got: “Ew mirovên hatin kuştin dikaribûn ew bi saxî binçav bikirana. Li şûna wan binçav bikin û bigirin ew înfaz kirin.


Bîlîcî, anî ziman ku bîlanço û tabloya derketiye holê pir talûke ye û ev yek nîşan dide ku talukeyek mezin li pêş Tirkiye ye. Bilici, anî ziman ku piştî salên 1990’an yekem car Tirkiye rojên ew qas dijwar derbas dike û wiha got: “Ev înfaz li çoltarê jî zêde ye. Herî dawî 2 endamên PKK’ê hatin înfazkirin.Ji ber dîmenên di medyaya civakî de hatin belavkirin me li dozgeriyê gilî kir.Li Tirkiye pêvajo her ku diçe bêtir xerab dibe. Ev sînyalê talukeyek mezintir nîşanî me dide.”

Nurî Akman - dihaber