Ji qeyûmê Erdîşê kompleksa kurdî

WAN - Qeyûma tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin, tabelaya kurdî û tirkî daxist û li şûna wê tabelaya ku Tirkî mezin û kurdî bi tîpên biçûk hatiye nivîsandin daliqand.

Qeyûma tayînî Şaredariya Erdîşa Wanê hat kirin, tabelaya şaredariya Erdîşê ya bi kurdî û tirkî nivisandibû daxist. Qeyûmê li şûna tabelaya berê tabelaya ku Tirkî bi tîpên mezin û kurdî bi tîpên biçûk nivîsandiye daliqand. Qeyûmê li şûna “Şaredariya Erdîşê” û “Erciş Belediyesi” ku li ser 2 tabelayên cuda û bi tîpên mezin hatibûn nivîsandin, nivîsa li ser heman tabelayê û kurdî bi tîpên biçûk hatiye nivîsandin daliqand. Qeyûmê li bin nivîsa “T.C. ERCÎŞ BELEDIYESΔ “Şaredariya Erdîşê” nivîsand.