Ji bo Lîcê heta dawî edalet

ENQERE - Platforma Licê li Edaletê digere li Enqereyê civîna agahdarkirinê pêk anî. Endamên Platformê diyar kirin ku ji bo rastî bê ronîkirin dê têbikoşin.

Baroya Amedê û Platforma Lîcê li Edaletê Digere têkildarî doza ronîkirina Lîcê bi fînansa Yekîtiya Ewropayê "Projeya Têkoşîna li dijî Bêcezakirinê ya Baroya Amedê" civîna agahdarkirinê pêk anî. Civîna agahdarkirinê li Otela Best pêk hat. Di civînê de mexdûrê komkujiya Lîcê, endamên parazvanên mafên mirovan û Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci jî amade bû. Parlamenterên HDP'ê Mithat Sancar û Meral Danış Beştaş ji beşdar bûn.
Di civînê de berdevkê Platforma Lîcê li Edaletê digere Şîyar Kaymaz, diyar kir ku bi salan e li edalete digerin û wiha got: "Di her ronûştinê de em hezar û 500 kilometre rê dimeşin û tên beşdarî rûniştinê dibin. Ji ber ku min ev doz şopand ez ji mamostetiyê hatim avêtin. Lê ev yek me asteng nake. Ji bo komkujî bê ronîkirin û kujer bên darizandin ez dê heta dawî têkoşîna darazê berdewam bikin. Em dê heta dawî edaletê bixwazin. Ji bo em bigêjin mafên xwe em dê serî li hemû rê û rêbazan bidin.

'WÊ ROJÊ HEMÛ GELÊ LÎCÊ DIGIRIYA

Hem mexdûr û hem jî şahidê komkujiya Lîcê Ebedi Delidere jî wiha got: "Qeqmeqamê Lîcê hefteyek berî komkujiyê ji min re got 'Tu vir terk bike dê baş bibe.' Hefteyek şûnde cendirmeyan gotin dê gavek din pevçûn derkeve. Ez li fermandariya cendirmeyan geriyam. Min got pevçûna çi? Piştre li Qeymeqam geriyam û min gotina fermandariya cendirmeyan diyar kiriye ku dê pevçûn derkeve. Qeymeqam jî heman tişt got. Saet 9 derbas kir li her derê dengê çekan hat. Em di şaredariyê de asê man. Li ser me gule reşandin. Em 50-60 kes di şibakeyê re reviyan. Hemû gelê Lîcê digiriya. Ji ber ku di bûyerê de 17 mirov hatibûn kuştin.

LI ŞÛNA SÛCDAR BÊN CEZAKIRIN TÊN XELATKIRIN

Parêzer Cîhan Îpek jî diyar kir wê demê kesan otorîteya cemaweriyê bikar anî û sûc kirin û niha jî bi heman rengî sûc dikin û delilan winda dikin.
Îpek, destnîşankir ku divê êdi rayedar kesên sûc dike rawestîne û bûyeran lêkolin bike û zelal bike. Lê li şûna ew kesên sûc dikin bên ronîkirin û darizandin tên xelatkirin. Ev kes otorîteya cemaweriyê bikar tînin û sûc dikin."