AMED - Dayika Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di sala 1994'an de li Riha hat windakirin, Makbule Babaoglu, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Makbule Babaoglu ya bi salan ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne têkoşiya, li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin.
Dayika Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di sala 1994'an de dema ji Riha diçû Sîweregê hat binçavkirin û windakirin Makbule Babaoglu, li navçeya Peyasa Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Makbule Babaoglu ya 80 salî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi girseyî hat defin kirin. Di merasima cenaze de endam û rêveberên HDP'a Rihayê Şaxa Egîtîm Sen, SES, komeleya 78’an û gelek kesên din amade bûn. Cenaze piştî merasima olî li goristanê bi duayan hat defin kirin.
DAYIKA MAQBÛLE QET PES NEKIR
Piştî cenazeyê Makbule Babaoglu hat defin kirin hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li ser gorê axivî û wiha got: “Dayika me Makbûle jî wekî gelek dayikên me dema ji vi warê koç kir, tevî êşên xwe koç kir. Dayika me Makbule bi salan ji bo kurê xwe bibîne tekoşiya. Bi salan li hestiyê kurê xwe geriya, lê hestiyê kure xwe nedît. Dema ji vê dinyayê koç kir jî beyî cenazeyê kurê xwe bibîne tevî êşên xwe çû. Lê tu carî dest ji têkoşînê berneda û gav paşve neavêt. Tu carî hêviyên xwe winda nekir. Bila serê malbatê sax be."
Piştî axaftin û merasimê li Mizgefta Bedîuzzaman a Navçeya Peyasê mala şîn danîn.
NAZIM BABAOGLU DEMA DIÇÛ NÛÇEYÊ HAT WINDAKIRIN
Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu di 12'ê Adara 1994'an de li gel nûçegihanê Ajansa Anadolûyê ji bo nûçeyekê çû Sîweregê. Babaoglu li ser agahiya "Divê teqez hûn bên Sêwerekê nûçeyek gelek girîng heye" li gel nûcegîhanê AA'yê çûn Sêweregê. Nazim Babaoglu piştî çû Sêwerekê li ser rê di kontrola nasnameyan de ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û êdî agahî jê nehat girtin. Babaoglu 23 salin winda ye. Malbata Nazim Babaoglu, wê demê serî li Serdozgeriya Sêweregê, Midûriyeta Polîsan ya Sêwerekê, Waliyê Rihayê û Parlementerê AKP'ê yê Niha yê Trabzonê T.Ziyaddin Akbulut dan, lê hemûyan ser bûyerê bincil kir û agahî veşartin.
Dema ku Nazim Babaoglu hat windakirin welatiyê bi navê Azîz Taşkaya ji bo ku aqûbeta birayê xwe Huseyin Taşkaya fêr bibe çû malbata Parlementerê wê demê yê DYP'ê yê Rihayê Sedat Bucak. Dema Taşkaya çû malbata Bucak dît ku Nazim Babaoglu li mala Bucake. Dozgerê Komarê yê Bi Rayeya Taybet ê Amedê dîsa bûyer anî rojevê. Lê hêj dozger lêpirsîn bi encam nekiriye. Azîz Taşkaya îfade dabû dozgerê bi rayeytê teybet lê dozger hêj di derbarê vê îfadeyê de tu gav neavêtine.
Derket holê ku welatiyekî bi navê Aydin Sevinç yê li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê ku li Odeya E4 dimîne nameyek ji Baroya Rihayê re şandiye û li kuştina nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu mikur hatiye.
Endamê JÎTEM'ê Sevinç, di nameyê de diyar kir ku di sala 1993'an de di bin navê "Çeteya Dizan" de ji bo JÎTEM'ê dixebitî û wê demê bi fermana JÎTEM'ê Nazim Babaoglu revandin û piştre înfaz kirin û definkirine.
Sevinç di nameyê ku di 29'ê Mijdara 2011'an de ji Baroya Rihayê re şand de anî ziman ku, ji ber kuştina Nazim Babaoglu ezaba wijdanî dikêşe. Sevînç ji bo bûyerê parêzerek ji baroyê xwest û anî ziman ku, dibe ku bête veguhestin. Sevinç ku salek û 3 meh berê name şandibû niha nayê zanîn ku li kijan girtîgehê ye.
Sevinç da zanîn ku wî li ser fermana JÎTEM'ê Babaoglu revand û piştre înfaz kirin. Sevinç da zanîn ku, wî di sala 1993'an de di bin navê "Çeteyê Dizan" de ji bo JÎTEM'ê dixebitî û wiha got: "Wê demê me bi fermana JÎTEM'ê Nazim Babaoglu ku ji Rihayê bû, revand. Piştre hat înfazkirin û cenazeyê wî hat definkirin. Dibe ku ez her dem bêm kuştin. Min serî li Dozgerê Komarê yê Rihayê da. Lê dozgerê Rihayê nivîsa "Dosya li Dozgeriya Bi Rayeya Taybet a Amedê ye" ji min re şand. Ez niha ezaba wijdanî dijîm. Ez dixwazim rastiyan biaxivim. Ji ber vê yekê ez ji we bi lezgîn parêzerekî dixwazim. Ez dixwazim min bibin Dozgeriya Komara Bi Rayeya Taybet a Amedê û li wir daxwaza lêpirsînê vekim."
Dozgeriyê jî diyar kir ku, kopya heman nameyê li cem wan jî heye û Dozgerê Komarê yê Erziromê û Amedê diyar kirin ku, wan di çarçoveya lêpirsînê de bi Aydin Sevînç re hevdîtin pêk anîne. Dozgeriyê ji malbata Babaoglu re gotin li ser agahiyên Aydin Sevinç li hin deverên Rihayê kolandin kirine, lê di kolandinan de tu encam bi dest nexsitine. Birayê Nazim Babaoglu Îrfan Babaoglu jî diyar kir ku, Dozgerê Komarê yê Erziromê ji wan re gotiye "Ji xwe Aydin Sevinç mirovekî dîne. Aqilê wî ne li serê wî bû. Ew psîkopat bû"
Dayika Makbule Babaoglu jî bi salan beşdarî çalakiyên Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê bû û li aqûbeta kurê xwe pirsî. Dayika Nazim Makbule Babaoglu, di çalakiyekê de bang li rayedaran kir û got: "Heta ku hûn hestiyên zarokên me nedin me hûn dê çawa aştiyê pêş bixin. Em tenê ji we hestiyen zarokên xwe dixwazin. Weki din em tiştekî din naxwazin."