STENBOL - Parêzer û parazvana mafên mirovan Eren Keskin, diyar kir ku "kincên yektîp" yên dixwazin li ser girtiyan ferz bikin feraseta darbeyê ye û wiha got: "Pêvajoyeke bi fikar dest pê dike."
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di salvegera hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de wiha got: "Êdî dem ev (bersûcên cemaetê) derketin dadgehê divê em wan wek a dema Gûantanamoyê bi kincên yektîpî derxînin." Piştî vê gotinê, Wezareta Dadê demildest tevgeriya. Parêzer û parazvana mafên mirovan Eren Keskîn, ev yek nirxand û got ku ev sepandin encama "hûqûqa ceza ya dijminiyî" ye û wiha axivî: "Ev sepandin bereke feraseta darbeyê ye. Pêvajoyeke bi fikar dest pê dike."
Keskîn, diyar kir ku "kincên yektîpî" li dijî madeya 14'emîn a DMME'yê ye û wiha domand: "Cudaparêziyê di xwe de dihebîne. Li dijî karîneya masûmiyetê ye jî. Çimkî ev mirov bi awayekî girtî tên darizandin. Der barê wan de tu ceza nehatine birîn û hîn li holê tu hikm tune ye. Bi 'lixwekirina kincên yektîpî' dixwazin sûcdaran îlan bikin. Wan ji mirovên din jî cuda dikin. Ji ber vê yekê bi temamî li dijî mafên mirovan e."
'BERA DARBEYÊ YE'
Keskin bi bîr xist ku di darizandinên piştî 1980'yî de jî "kincên yektîtpî" hatine ferzkirin û wiha axivî: "Wê demê jî me dît ku girtî li dijî vê sepandinê çawa li ber xwe dan û ji ber vê yekê çawa îşkence li wan hatiye kirin. Û îro dema AKP bû îktîdar herî zêde ji wesayeta leşkerî gilîdar bû. Lê îro AKP hemû pêkanînên vê wesayetê disepîne. Yanî ferzkirina 'kincên yektîpî' bereke darbeyê ye. Û îro tê sepandin. Bi vê yekê em dibînin ku encama huqûqa ceza ya dijminahiyî ye."
'DÊ SIYASÎ VÊ SEPANDINÊ QEBÛL NEKIN'
Keskîn, anî ziman ku ew nizanin ka kesên ji FETO'yê tên darizandin dê li hemberî vê sepandinê çawa tevbigerin û wiha axivî: "Wek parêzereke ku zaf ketime dozên siyasî, baş dizanim ku dê siyasî çawa tevbigerin. Helbet dê li xwe nekin. Dê sepandineke ku rûmetê binpê dike qebûl nekin. Ji ber vê ji niha ve endîşe û fikareya ku dê li girtîgehan û di dema anîna danişînan de şidet li girtiyan bê kirin li me peyda bûye. Ji ber vê li gor me pêvajoyeke bi endîşe dest pê dike."
Keksîm, dest nîşan kir ku di vê pêvajoya heyî de "dewleta kûr" her tiştî dike û wiha domand: "Ji ber ku niha AKP û dewleta kûr li hev kirine, hemû tiştên dewleta kûr bi cih tên. Lê dê sibê ev dewleta kûr heman tiştî bîne serê wan jî. Yanî divê di vî warî de kes bawer neke. Wisa bawer dikim ew avaniya bingehîn tim û tim hebûna xwe diparêze. Wisa difikirim ku niha hemû tiştên wê avaniya bingehîn ku em jê re dibêjin dewleta kûr bi cih tên."