ENQERE - Wezîrê Karên Hundir, diyar kir ku di operasyona li dijî HDP û DBP'ê yên li 11 bajaran de 235 kes hatine binçavkirin.
Wezîrê Karên Hundir derbarê operasyonên li dijî HDP û DBP'ê de daxuyaniyek da çepemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li 11 bajaran operasyon pêk hatiye û heta niha 235 kes hatine binçavkirin. Wezaretê diyar kir ku operasyon bi hinceta "li ser navê rêxistinê kar dikin" û "li ser tora civakî propagandaya rêxistinê dikin" hatine pêkanîn.