BALIKESÎR - Li Balikesîrê komekê êrîşî avahiya HDP'ê kir. Hat îdîakirin ku êrîşakerê bi çekan gule berdane avahiyê.
Li Balikesîrê komekê êrîşî avahiya HDP'ê ya bajar kir. Koma ku li ber avahiyê kom bûn, dirûşme berzkirin, avahî dan ber keviran û hat îdîakirin ku kesekê di nava komê de bi çekan gule berdane avahiyê. Di encama êrîşê de tu windahîn çênebûn û di avahiyê de xisarên madî çêbûn.
Sekinîna komê ya li ber avahiya partiyê didome.
Li aliyê din hat zanîn ku Hevserokê HDP'ê yê Balikesîrê Cafer Saritepe ji aliyê polîsan ve vexwendin midûryeta polîsan. Saritepe, da zanîn ku li midûryetê derbarê êrîşa bi çek de ku hatiye kirin an na tu agahî ne hatine dayîn.