'Modela mirovên yek tîp armanc dikin'

DÎLOK - Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Seher Tumer, bal kişand ser politîkaya ku dixwazin cilên yek reng li ser girtiyan ferz bikin û wiha got: "Modela mirovên yek tîp armanc dikin. Em destûrê nadin ve yekê. Her ku ew yekperestiyê biparezin em dê di piraniyê de tebikoşin.

Rêxistina DBP'ê ya Dîlokê li avahiya xwe bi şîara "Bi civaka ku ronî dibe em dê ber bi pêşeroja azad ve biçin" civina gel pêk anî.
Di civînê de ji ber ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan dibin çavan de bû beşdar nebû. Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Seher Tumer, Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, Endama Meclîsa DBP'ê Aliye Kizildamar û Eşref Memedoglu ji di navde gelek kes amade bûn. Tumer, bal kişand ser politîkaya ku dixwazin cilên yek reng li ser girtiyan ferz bikin û wiha got: "Modela mirovên yek tîp armanc dikin. Em destûrê nadin ve yekê. Her ku ew yekperestiyê biparezin em dê di piraniyê de tebikoşin. Em pêkanînên hikûmetê qebûl nakin û em destûr nadin ku bê qebûlkirin. Hikûmetê piştî 15'ê Tîrmehê azadî li her kesî qedexe kir û her tişt xist bin zextan. Dixwaze wekî serdema 12'ê îlonê u wekî Guantanamo li hemû girtîgehan cilên yek rengî têxe meriyetê. Em destûr nadin vê yekê.