Seyit Riza û hevalên xwe li Dêrsimê hatin bibîr anîn

DERSIM - Seyit Riza û hevalên xwe yên 79 sal berê hatin darvekirin li Qada Seyit Riza ku navê wî lê hatiye kirin hatin bibîr anîn. Girseya ku Seyit Riza bibîr anîn xwestin gora Seyid Riza bê dîtin û arşivên dewletê yên der barê komkujiyê de bên vekirin.

Li Qada Seyit Riza ya Dêrsimê Seyit Riza û hevalên wî ku di 15'ê Mijdara 1937'an de li Qada Genim a Xerpêtê hatin darvekirin bi bernameyekê hatin bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de endamên Platforma Yekîtiya Hêzan a ji bo Demokrasî û Kedê hatiye avakirin û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn. Di bîranîna ku li ber Peykerê Seyit Rıza saet di 17.38’an de pêk hat find hatin pêxistin. Piştre qurnefil danîn ber peyker. Komê ji bo Seyit Riza û hevalên wî yên hatin darvekirin rêz hat girtin. Li ser navê Platformê Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Dursun Demirtaş, kesên hatin darvekirin bibîr anîn û wiha got: "Komkujiya di sala 1921’an de li Koçgirî dest pê kir, piştre li Palu, Agirî, Zilan, Dersim, Maraş, Çorum, Sivas, Gazi, Roboskiyê berdewam kir. Di sala 38’an de li Dêrsimê ji aliyê CHP’ê ve komkujî pêk hat. Niha jî ji aliyê AKP’ê ve komkujî pêk tê. Di navbera CHP'ê û AKP'ê te tu cudahî tune ye.

LI MÊRSÎNÊ JÎ BI BÎR ANÎN

Li Mêrsînê jî Seyit Riza û hevalên wî hatin bibîr anîn Komeleya Dêrsimiyan a Mêrsînkê li avahiya komeleyê bernameya bîranînê pêk anîn. Li vir pankart û dowîzên ku komkujiyê şermezar dikin û Seyit Riza bibîr tînin vekirin. Serokê Komeleyê Hasan Tanrikurt, diyar kir ku hişmendiya komkujiya Dersimê pêk anî îro dîsa li ser kar e.