EDENE - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtiyên ku li dijî lêgerîna bi kûçikan derketin, pêşî ew birine odeya bi sînger û paşê jî wan bi awayekî tazî anîne qawîşên wan.
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, li odeya bi sînger girtî îşkence kirine û paşê ew bi awayekî tazî birine qawîşên wan. Esma Gunsel, anî ziman ku wê li girtîgehê serdana kurê xwe Mahsum Gunsel kiriye û kurê wê îşkenceya ku li girtîgehê li wan hatiye kirin vegotiye.
NÎVÊ ŞEVÊ TEVÎ KÛÇIKAN BI SER QAWÎŞAN DE GIRTIN
Mahsum Gunsel ev tişt ji dayika xwe re gotin: "Di 12'ê şevê de gardiyan tevî kûçikan bi ser qawîşên me de digirin û lêgerînê dikin. Dema kûçik amûrên me belav dikin û em li hemberî vê yekê dertên, gardiyan bi lingan pêl amûrên me dikin. Kesên li hemberî vê derdikevin dibin odeya bi sînger û îşkenceyê li wan dikin. Li vir şilfîtazî avê li me dikin û paşê em dibin qawîşê. Di nav xwarinan de mû hene. Av tim nayê dayîn. Her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe."
'MA EV EDALET E?'
Dayik Gunsel wiha domand: "Ma ka ev edalet e? Hemû girtî zihîf bûne. Dest û piyên kurê min mor bûne û werimîne. Li ber çavê kurê min tembûra wî perçe perçe kirine û avêtine çopê. Pirtûk, defter û defterên nîşeyî ji wan stendine. Ne nameyên wan dişînin ne jî yên tên didin wan. Ew û FETO'yiyan li heman korîdorê dimînin û bi hevdu re diçin hevdîtinê. Girtî vê yekê qebûl nakin."
'BILA DAWÎ LI ÇEWISANDINAN BÊ'
Dayik Gunsel got ku di dema hevdîtinê de ew bi muameleyên kirêt re rû bi rû dimînin û ji bo hevdîtineke 20 deqîqeyî ew zaf tên rawestandin û piştî çend lêgerînan ew ancax hevdîtinê çêdikin. Gunsel, anî ziman ku li odeya hevdîtinê jî ew bi awayekî kêfî tên rawestandin. Gunsel ji bo dawî li zext û zoriyên li ser girtiyan bên banga hestiyariyê li raya giştî û parêzvanên mafên mirovan kir.