STENBOL – Ji edîtorên rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Ender Ondeş diyar kir ku ji ber Ozgur Gundem polîtîkaya dewletê ya li heremê teşhîr dikir her tim rastî êrîşan hat û got: “Kevneşopiya Ozgur Gundemê tu demê li hember dewletê neket rewşek amadebûnê û serî netewand.”
Kevneşopiya çapemeniya kurd Rojnameya Ozgur Gundemê gelek caran hat girtin, xebatkarên wê hatin qetilkirin û girtin. Ozgur Gundem, sala par piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê di 16’ê tebaxa 2016’an de ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ve ji bo demek kurt hat girtin û di heman rojê de polîsên tîmên taybet bi ser avahiya rojnameyê ve girtin. Di nav de ku nûçegihanên DÎHA û ÎMC TV ên hatin girtin jî hebûn 24 kes hatin binçavkirin. Di minasebeta salvegera êrîş û girtina ser Rojnameya Ozgur Gundemê em bi edîtorên rojnameyê Ender Ondeş re axivîn.
Ondeş diyar kir ku her tim êrîşên dewletê li ser rojnameyê didomiyan û sedemên girtina rojnameyê ya herî girîng jî ew bû ku kampanya dildarî ya gerînendetiya weşanê dabûn dest pê kirin. Ondeş got ku kampanya wan gelek serkeftî derbas bû û beşdariya vê kampanyayê dewletê aciz kir.
'JI BO POLÎTÎKAYA DEWLETÊ TEŞHÎR KIR’
Ondeş wiha dirêjî da gotinên xwe: “Heke ku darbe bigîhîşta armanca xwe jî dê rojnameya me bihata girtin. Ji ber darbe pêk nehat ev aqûbet bi mehekî derengî pêk hat. Tiştekî em ne li bende bûn nîn bû. Ev rojname ji serê ewil ve wan aciz dike. Heke ev rojname û kevneşopiya çapemeniya azad tune bûya dê Roboskî wek bûyerek 34 ‘terorîst’ mirî hatin desteserkirin bihata derbaskirin. Heke ev rojname tunebûya dê çi bibûya û çi nebîbûya. Ji ber ku em polîtîkaya dewletê ya li Kurdistanê teşhîr dikin tên girtin.”
'XWESTIN ME DÎZAYN BIKIN LÊ NIZANIN’
Ondeş behsa girtin û serdegirtina avahiya rojnameyê jî kir û da zanîn ku polîsan bi êrîşkarî wan xistiye binçavan û di jiyana xwe de roja herî bi eziyet wê rojê dîtiye û tam rojek dişibiya 12’ê Îlonê. Ondeş destnîşan kir ku dewletê bi armanca ku dê xebatkerên Ozgur Gundemê li hember polîsan bikevin rewşek amadebûnê êrîş pêk anîn û got: “Dixwazin me li gorî xwe dizayn bikin. Kevneşopiya Ozgur Gundemê tu deme li hember dewletê neketiye amadebûnê û serî netewandiye.”
‘DÊ EV KENVEŞOPÎ BIDOME’
Ondeş anî ziman ku kengê rojname hatibe girtin û rastî êrîşan hatibe dotira rojê rojname li bayîyan amade bûye û li gel hemû êrîşên bêdengkirina dewletê kevneşopiya çapemeniya azad tu demê bêdeng nemaye. Ondeş diyar kir ku dê kevneşopiya çapemeniya azad dê her tim berdewam bike û wê damara kevneşopiya çapemeniya azad bi birînê û girtinê dê xelas nebe û her tim zindî li ser piya bimîne.