Irmak dubare hat binçavkirin

MÊRDÎN - Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak ê 20 rojî di bin çavan de ma û bi "şertê venêrîna edlî" serbest hatibû berdan, li ser îtiraza dozgeriyê dubare hat binçavkirin.

Hevşaredariya Şaredariya Artûklûya Mêrdînê Emîn Irmak, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatibû binçavkirin û pişt re serbest hatibû berdan, lê li ser îtiraza dozgeriyê Irmak dubare hat binçavkirin. Hat zanîn ku, ji bo kirariyên îfadedayînê Irmak birine Muduriyeta Polîsan.

Irmak ê 20 rojî di bin çavan de ma, tevî 19 siyasetmedaran sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê hatibûn kirin û duh derengê şevê bi "şertê venêrîna edlî" serbest hatibû berdan.