NAVENDA NÛÇEYAN - Hat îdiakirin ku, li rojhilatê Helebê operasyonên artêşa Sûriyeyê bi dawî bûne û piştî 4 salan bajar bi temamî ketiye bin venêrîna hikûmetê.
Têkildarî şerê li bajarê Heleba Sûriyeyê îdiayên girîng ketin rojevê. Serokê Mala Raçavkirinê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdulrahman got:"Şerê li Helebê bi dawî bûye." Abdulrahman ê ji Reûtersê re axivî îdia kir ku, komên çekdar ji 6 taxên di dest wan de bûne jî vekişiyane.
Hîn îdiaya Mala Raçavkirinê ji aliyê hikûmetên Rûsya û Sûriyeyê ve nehatine teyîtkirin.