Hevşaredarê Dêrgûlê Demîr dîsa hat binçavkirin

ŞIRNEX - Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr, dubare di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Li bajaroka Dêrgula Şirnexê leşkeran dubare bi ser mala Hevşaredar Mehmet Demîr de girt. Piştî lêgerîna li malê, Demîr ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û hat zanîn ku, Demîr li ser îtiraza dozgeriyê hatiye binçavkirin û tê payîn ku wê di saetên pêş de Demîr derkeve pêşberî dadweriyê.

Roja berê jî, Hevşaredar Ozlem Kûtlû jî bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatibû girtin.