NAVENDA NÛÇYAN - Hunermend Ferhat Tûnç, helwesta Waliyê Tunceliyê bi nameyek vekirî rexne kir û wiha got: "Walî teblîgata “Sûcê qebehetê" ji min re şandiye. Walî ji ber ku tev li daxuyaniyê bûme, suc hezibandiye. Ev helwestek faşizanî ye."
Waliyê Tunceli ji ber ku hunermend Ferhat Tunç tev li daxuyaniya ku qedexekrina Mihrîcana Munzur û Xwezayê şermezar kirin bû, teblîgata "Sûcê qebehetê" şand. Walî teblîgata ceza ya 227 TL cezayê îdarî şand û xwest Tunç cezayê pere bide. Ferhat Tunç di 27'ê Tîrmehê deli Qada Seyit Rıza tevi saziyên sivil ên civakî tev li daxuyaniyê bûbû û qedexeya Mihrîcanê şermezar kiribû.
Hunermend Ferhat Tunç, têkildarî cezayê ji wîre hatiye nameyek vekirî ji Walî re şand û got: "Hûn dizanin daxuyaniya li Qada Seyit Riza ku ji bo Mihrîcana hatiye qedexekrin hat dayîn wekî 'Sûcê qebehetê' nîşan bidin û ceza bişînin! Di salek dawî de cezayê ku we şand min hêjmara wan ji bîr kir. Lê tiştekî ku qet ez û em ji bîr nakin heye. Ew jî polîtîkayên we yên hûn li ser navê Dewletê dispêrîn gelê Dêrsimê. Bi qasî ku hûn daxuyaniyek çapemeniyê sûc bibînin hûn ketine nava helwestek faşîzan. Gelo me qebahet kir, lê qebeheta daristanên me yên we bi hinceta operasyonê şewitand çiye? 10 rojin hûn destûr nadin ku em şewata daristanan vemirînin. Hemû bûn xwelî. Ger ku sûcekî qebehetê hebe ew jî astengiya we û sersariya we ya li hemberî daristanan e. Ev cezayê ku we ji min re şandiye ez dê wekî eyba we veşêrim. 30 salin ez di nava zilma welatê xwe de mezin bûme. Ger ku emrê min têr bike ez dê 30 salên din jî li dijî vê zilmê têbikoşim."