Jı bo bê berdan şert dan pêşiyê

STENBOL – Li Girtîha Jinan a Bakirkoyê, Nedret Aydaş a 6 sale girtiye û cezayê wê ketiye binsalekê, daxwaza wê ya “Berdana bi kontrol” hat red kirin.

Girtiya jin Nedret Aydaş a li Girtîgeha Zarok û Jinan a Bakirkiyê tê ragirtin, daxwaznameya “berdana bi kontrol” ku ji rayedarên girtîgehê re nivîsandibû nehat qebûlkirin. Aydaş a ku bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, di 1’ê Tîrmeha 2017’an de 6 salên wê qediyan. Neqebûl kirina daxwaznameyê bi nîşeyekê li ser daxwaznamê nivîsandin.