Girtiyê pêkûtî şermezar kirin dawî li jiyana xwe anî

ŞIRNEX - Li Girtîgeha Şirnexê, girtiyê siyasî yê bi navê Beytûllah Akil ê çewisandin û pêkûtî protestokirin bi daliqandinê dawî li jiyana xwe anî.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, girtiyê bi navê Beytûllah Akil xwe xeniqand. Li gor agahiyên bi dest ketin, Akil hem ji ber pêkûtiyên li girtîgehê û hem jî ji ber zilm û zordariya li dijî gelê kurd, dawî li jiyana xwe aniye.

Cenazeyê Akil, danê êvarî li Cizîrê hat definkirin.

Akil 3 sal berê hatibû girtin û rastî ceazyê muebetê hatibû.