Şêniyên Sûrê ava destnimêjê ji dêrê tînin

AMED - 3 roj in ceryan û ava li taxên Alîpaşa û Lalebeyê hatine birîn. Şêniyên taxê dest nîşan kirin ku ji ber nebûna avê ew perîşan bûne û ava destnimêjê jî ji dêrê tînin.

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê, rûxandina di bin navê "veguherîna bajêr" de didome. Ceryan û ava kuçe û kolanên ku ne daxilî rûxandinê ne jî hatine birîn. Roja yekşemê xebatkarên DSÎ'yê dema ji bo birîna ava şebekeyê hatin, bi bertekên welatiyan re rû bi rû man. Lê belê ji wê rojê heta niha ceryan û ava welatiyan tune ye û ji ber nebûna av û ceryanê nizanin ka dê di vê kelkela havînê de çi bikin.

POLÎS BI GAZÊ MUDAXILE KIRIN

Zeliha Duyar (88) anî ziman ku di vê kelkela havînê de ku germahî 50 pile ye ew bê av hatine hiştin û wiha got: "Feraseteke ku ava taxê dibire û bi ser de jî li halê taxê dinihêre, ma misilman e. Roja yekşemê ekîbek ava me birî. Me got 'Em mirovên feqîr in, ji bo çi hûn ava me dibirin', lê guh nedan me."

Duyar, got ku dema ekîpman hatine avê bibirin cîrana wê ya bi navê Adile xwe li hundurê şebekeya avê ya hatiye kolandin dirêj kiriye, lê belê polîsan bi bombeyên gazê mudaxile kirine.

‘NE JI POLÎS Û NE JÎ JI ÇEKA WAN DITIRSIM'

Duyar wiha domand: "Ji ber gazê bêhna min çikiya. Heke cîran negihaştanan min ez ê ji ser hişê xwe biçûnama. Bi zorê hatim ser hişê xwe. Ma Xwedê vê yekê qebûl dike? Ez ji polîsan natirsim, ji çeka wan jî. Tenê ji Xweda ditirsim. Wisa zilmê nekin. Heke hûn bikaribin bê av îdare bikin, em ê jî dîare bikin. Heke av tune be îman jî tune ye. Ev 3 roj in ava me birîne. Bi ser de jî bi keviran rogar tije kirine. Sibê dusib ew rogar bixitimin em ê çi bikin?"

Azîze Duyar jî anî ziman ku bêyî pirs û pirsiyar rûxandin dest pê kiriye û bi tu awayî hayê gel jê tune bûye. Duyar wiha domand: "Ev der malên me yên bi tapû ne. Ji bo em li mala xwe bijîn em ne mecbûr in ku ji tu kesî destûrê bixwazin. Em li serşokeke ku deriyê wê tune ye serê xwe dişon. Em razî ne, çimkî mala me ye. Em muhtacî kesî nabin."

‘JI BO DESTNIMÊJÊ EM AVÊ JI DÊRÊ TÎNIN'

Duyar, anî ziman piştî ku ava wan hatiye birîn ew perîşan bûne û wiha got: "Dema çivîkek jî avê vexwe serê xwe radike û li Xwedê dinihêre. Di meha Remezanê de jî ava me birîn. Roja ku serîkwezîr hat avê berdan. Ev durûtiyeke çawa ye. Ji roja ku ava me hatiye birîn xweşikî em nikarin serê xwe bişon û destnimêjê bigirin. Ji bo destnimêjê em diçin ava dêrê bi kar tînin. Kesên malên me xera dikin di jakûziyan de xwe dişon, lê ji bo vexwarinê jî ava me tune ye."

Esra Dal - dihaber