Sara Aktaş dubare hat binçavkirin

AMED - Endama Lijneya Koordînasyona KJA'ya hat girtin Sara Aktaş, vê carê li mala xw eyî Amedê hat binçavkirin.

Endama Lijneya Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi Biryarnameya di Hukmên Qanûnê de (KHK) hat girtin, Sara Aktaş vê carê li mala xweyî li Amedê careke din hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku, Aktaş li ser fermana Dozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye binçavkirin. Aktaşa li Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê tê ragirtin, hat destnîşankirin dê wê bibin Stenbolê.

Aktaş a di 27'ê mijdarê de bi îdiaya "Berpirsiyara KCK'ê ya Tirkiyeyê" li Balafirgeha Ataturkê hatibû binçavkirin, di 1'ê kanûnê de rastî cezayê "hepsa malê" hatibû.