Çalakiya Yukselê di roja 281'an de berdewam kir

ENQERE – Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" a Kolana Yukselê di roja 281'an de berdewam kir. Polîsan dîsa destûr neda û mudaxale kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 161’an de berdewam dike. Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" jî di roja 281’an de berdewam kir. Kedkarên ku li kolan Yukselê hatin cem hev û xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin rastî astengiya polisan hat. Polisan dîsa destûr neda kedkar daxuyaniyê bidin û mudaxale kir. Koma ku xwest li kolanê daxuyaniyê bide û pankarta xwe vekir, rastî êrîşa polîsan hat. Komê pankarta “Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye û Semih di roja 161’an deye bila karê wan paşve bidin wan" vekirin û dirûşmeya “Nuriye û Semîh bila hilgirin kar" berz kirin. Polisan çalakger kaş kirin û ji kolanê dûrxistin. Mirovên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan çalakgeran.