Çerkezan piştgirî da nobeta HDP'ê

ÎZMÎR – Çerkezên ku piştgirî dan Nobeta Wijdan û Edalê, bal kişandan ser rejîmên êrîşkar ên heya roja îro û wiha gotin: “Divê dewlet ji Kurdan, Ermeniyan, Çerkezan, Elewiyan û hemû baweriyan lêborînê bixwaze.”

Nûnerên gelê Çerkez Nobeta Wijdan û Edalê ya HDP’ê ya Îzmîrê ziyaret kirin. Di ziyaretê de sersala komkujiya 153’yan a Çerkezan hat bibîranîn. Çerkezan têkildarî dorpêç û astengiya polîsan axivîn û wiha pê de çûn: “Komkujiya berî 153 salan, bi destê AKP’ê didome. Daxwazên edaletê bi heman awayî tên asteng kirin.”

‘BI KURDAN RE EM Ê TÊBIKOŞIN’

Çerkezê Abhazya Teyfîk Ulukaptan diyar kir ku li Tirkiyeyê edalat têk çûye û wiha axivî: “Nobeta edaletê hemû gelan eleqedar dike. Em Çerkezên ku ji zimanê xwe bêpar hatin hiştin, ji bo ziman ku nasnameya xwe em ê bi kurdan re mil bi mil têbikoşin.”

‘LI DIJÎ FAŞ3IZMÊ EM SERÎ RAKIN’

Ulukaptan anî ziman dê heya dawiyê piştgiriyê bidin Nobeta Wijdan û edaletê û bal kişand ser gotina pêjiyan a “Berî can rûmeta me tê.” Ulukaptan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em li ser navê hemû çerkezan livirin. Werin em bi hevre li dijî faşîzmê serî rakin.”

‘DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE’

Çerkez Abhazya Cemal Demîrok jî da zanîn ku ji bo ku li Tirkiyeyê edalet nemaye, ew hatiye li edalatê digere û wiha got: “Li Tirkiyeyê tiştên bi serê Kurdan, Elewiyan, Ermeniyan û hemû gelên din de anîn diyarin. Hîna jî gel rastî zilmê tê. Divê dewlet ji Kurdan, Elewiyan, Ermeniyan, Çerkez û hemû baweriyan lêborînê bixwaze. Roj roja piştevaniyê ye.”