Wê dayika Mehmet Tûnç bi gora kurê xwe kerba dilê xwe bişkîne

ŞIRNEX - Bû salek ku malbata Tûnç li gel hemû dijwariya êşên giran bêyî Mehmet Tûnç dijîn û niha daxwaza malbatê ew e gora Mehmet Tûnç bînin bajarê berxwedanê Cizîra Botanê.

Di her berxwedanekê an jî têkoşîna gelekî de lehengek derdikeve pêş. Ji van berxwedanan yek jê jî ya gelê Cizîrê ye ku di qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de hat jiyîn. Di vê qedeya ku 79 rojan berdewam kir de, bi sedan kesên sivîl di encama êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, lê bi berxwedan û gotinên xwe mohra xwe li dîroka berxwedana rêveberiyên cewherî dan. Mehmet Tûnç ango pêşengê berxwedana Cizîrê û Hevserokê Meclîsa Gel a Bajêr di her kêliya vê qedexeyê de bi gotina, "Em serê xwe li ber we natewînin" navê xwe kir nîşaneya vê berxwedanê.

LI SER BERXWEDANA DÎROKÎ DE SALEK DERBAS BÛ

Piştî ku du bira, Mehmet û Orhan Tûnç di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan, valehiyek mezin ketiye nav jiyana malbatê. Ev saleke malbat bêyî ku her du bira bi wan re bin dijîn û ev jiyan gelekî zehmetiyê li malbatê dike bar. Her çiqas jiyan zortir û dijwartir bûbe jî, malbat bi berxwedana her du birayan serbilind e û bi biryar in ku berdewamiya berxwedana wan bînin.

DEMA WÊNEYÊN KURÊ XWE DIBÎNE DIGIRÎ

Dayîka Esmer wêneyên kurên xwe Mehmet û Orhan xistine nav xewluyan ku tiştek pê neyê. Dema ku em ketin hundir wêne ji nav xewluyan derxist, çend rondik li ser wêneyê daniye ber xwe barandin û bi bêdengiyî ji derî derket. Diyar e ku dayîka Esmer her çiqas jinek bi hêz be jî, êşa lawikên wê lê zor tê, nikare derdê dilê xwe vebêje an jî êşên xwe careke din dubare der bike.

MEHMET TÛNÇ DAXWAZA XWE ANÎ CIH

"Her tim digot ez naxwazim di nav cih de bimirim. Divê ez ji bo gelê kurd û di rêya heqiyê de bimirim." Van gotinên Mehmet Tûnç bi bîr dixe hevjîna wî, Zeynep Tûnç. Zeynep Tûnç bi salan ji Mehmet Tûnç re hevrêtî kiriye. Him dotmam, him hevjîn û him jî hevrêtî. Dema Mehmet Tûnç, bi salan li girtîgehê maye li zarokên xwe nêriye û piştî ku Mehmet Tûnç bûye hevserokê meclîsa gel careke din barek giran ketiye ser milê wê. Piştî qedexeyê hêzen dewletê ewil mala Mehmet Tûnç şewitandine û pişt re jî hewl dane ku malê hilweşînin. Lê Zeynep Tûnç ji bo ku biranînên Mehmet Tûnç ên di vê malê de neyên jibîrkirin hatiye li malê bi cih bûye û destûr nedaye ku hêzên dewletê bigihêjin miraza xwe.

EM BI TEKOŞÎN Û BERXWEDANA MEHMET BI HÊZ IN

Zeynep Tûnç, tevî 7 zarokên xwe re ev saleke bi navê Mehmet Tûnç re dijîn. "Tenê kêliyek jî tune ye ku navê Mehmet ne li ser zimanê me be" bi van gotinên malbatê jî mirov dibîne ku hîn jî Mehmet Tûnç di jiyana wan de cihê sereke û janek bê pênase digire. "Ez û zarokên xwe wê şûna Mehmet bigirin" Zeynep Tûnç herî dawî van gotinan bilêv dike û li gel hemû zehmetiyên jiyanê dide nîşandan ku, ew ê hem li berxwedana Mehmet Tûnç hem jî li mîrateya wî xwedî derkevin.

DIXWAZIN GORA MEHMET TUNÇ LI CIZÎRÊ BE

Di dema qedexeya Cizîrê de cenazeyên Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç bi tevlîbûna hezaran welatiyî li Şirnexê hatin definkirin. Piştî qedexeya li ser Şirnex rabû malbat careke din ku herî dawî beriya 8 mehan çûbûn ser gora wan berê xwe daye bajêr. Lê niha daxwaza malbatê ew e ku gora Mehmet Tûnç ku bûye nîşaneya berxwedanê bînin Cizîrê. "Mehmet Tûnç di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest da. Divê gora wî li pêşberî taxên ku li ber xwe dida careke din were definkirin." Ev gotin ên daxwaza malbata Tûnç in û li bendê ne ku rojekê ev daxwaza wan pêk bê.

Zozan Fendîk-dîhaber