Ji Heskifê bang: Li şûna dewlet dîrokê ronî bike tarî deke

ÊLIH - Heyeta ji parêzerên baroyên Amed û Êlihê pêk dihat, piştî dîmenên hilweşîna şikeftên dîrokî yên Heskifê di medya de belav bûn hatin Heskîfê û lekolîn kirin. Parêzeran ji Heskifê bang kirin û xwestin dîroka Heskifa 12 hezar salan nekin qurbana bendava 50 salî. Ozmen, helwesta dewletê jî rexne kir û anî ziman ku li şûna dewlet dîrokê ronî bike tarî dike.

Îktidara AKP'ê demek dirêj e li ser çemê Heskifê bendavê ava dike. Di çarçoveya xebatên avakirina bendavê de hem warê dîrokî talan dike û hem jî bi dînamêtan şikeftên dîrokî hildiweşîne. Şîrketên ku li heskifê înşaeta bendavê çêdike di 14'ê Tebaxê de bi dînamîtan şikeft xera kirin. Piştî vê bûyerê parêzerên baroyên Amed û Êlihê heyetek ava kirin û hatin Heskîfê û lekolîn kirin. Heyeta parêzerên Amedê ku Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ji di navde ligel baroya Êlihê li Heskifê welatî û esnaf ziyaret kirin. Heyet piştre çû cihê ku bi dînamêtan hat xerakirin, lêkolîn kir û agahî kom kirin. Pişti ziyaret û lêkolînê heyeta Baroyan daxuyanî da. Li ser navê baroyan Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, daxuyanî da û wiha got: "Dîroka Heskifa 12 hezar salan nekin qurbana bendava 50 salî. Agahiyên ku me kom kirin mirovan pir xemgin dikin. Tat û laten mezin bi dînametan perçe dikin. Me bi esnaf, welatî û gelê herêmê re hevdîtin kir. Welatî naxwazin cih û warên xwe terk bikin. Naxwazin cih û warên wan di bin avê de bimîne. Lê ji ber cih û warên wan hatiye îstimlaqkirin nikarin tiştekî bikin."

'HESKÎF MÎRATEYA MIROVAHIYÊ YE'

Ozmen, anî ziman ku ji ber Heskif di bin avê de dimîne, welatî ji neçarî diçin Hasankeyfa nû. "Li cihê ku berê lê dijîn û niha tê avakirin bi qasî çiya ferq heye. Heskef di diroka mirovahiyê de mîrateya herî mezin e. Mîrateya şaristaniyan e. Dîroka wê ya 12 hezar salan heye. Bi dehan şaristanî hatin vir û çûn. Di cîhanê de minaka vir tune ye. Lê dîroka 12 hezar salan a Heskifê dikin qurbana benda 50 salan. Li gel cihê tên xerakirin 400 şûnwarên din jî tên xerakirin. Di her şûnwarî (Hoyik) de dîrokek heye. Li şûna ku dewlet van hoyikan lêkolîn bike û dîrokê ronî bike, vê dîrokê di bin avê de dihêle û tarî dike.

DÎROKA 12 HEZAR SAL DIKIN QURBANA 50 SALAN

Ozmen, herî dawî anî ziman ku rayedarên dewletê diroka Heskifê ya 12 hezar salan dikin qurbana 50 salan û xwest her kes li dijî xerakirina heskifê bi wan re di nava şêwirmendiye de bin. Heyetê piştî daxuyaniyê çûn bi Walîtiya Êlihê re hevditin bikin.