STENBOL - Ji 11 rojnamegerên ku bi îdiaya ByLockê bi kar anîne hatibûn binçavkirin, 9 jê hatin girtin.
Edîtorê rojnameya BirGunê Burak Ekici jî di nav de 11 rojnameger di 10'ê Tebaxê de bi îdiaya ku ByLock bi kar anîne hatibûn binçavkirin. Gerînendeyê Nûçeyan ê berê yê Fenerbahçe TV'yê Yasir Kaya û edîtorê Rojnameya BirGunê Burak Ekici jî di nav de 9 rojnamger bi tawanbariya "Endamtiya FETO"yê hatin girtin.
Her wiha sekreterê rûpelan ê Rojnameya Vatanê Ysuf Duran û nivîskarê Rojnameya Tirkiyeyê yê berê Ahmet Sagirli jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.