ÎZMÎR - Bi Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê re Qada Gundogdûyê bû du beş. Di nav qada mezin de HDP'î hene û nîqaşên civakiyî û siyasî dikin, li hêla din jî kesên hay ji çalakiyê tune ne bi awayekî heyirîmayî dinihêrin.
Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê didome. Li gor nobeta li bajarên din li vir hejmara polîsan kêmtir e, lê her du aliyê parkê du qor bariyer danîne. Roja ewil serdêr bi astengiyan re rû bi rû man, lê belê li ser biryara HDP'ê ku dê çalakiyê bibe ber walîtiyê, zext û zorî kêm bûn.
KESÊN NIZANIN HEYIRÎ MANE
Li vir jî sepandina destûra 61 kesî heye û ji ber vê yekê serdêr 15 deqîqeyan carekê hevdu diguherînin. Piştî lêgerînê û çûyîna di korîdoreke teng de, li qadê pirsgirêkên civakî û polîtîk ên welat tên nîqaşkirin.
Dema roj diçe ava gelek kes serdana Qada Gundogduyê dikin. Lê belê kesên ku hay ji çalakiyê tune ne bi awayekî heyirîmayî li qadê dinihêrin. Îzmîriyên ku destpêkê nizanin ka li qadê çi diqewime, ji kesên derdora xwe dipirsin. Paşê hîn dibin ku parlementerên HDP'î li qadeke 80 metrekareyî li hemberî pêkanînên heyî nobeta wijdan û edaletê digirin. Li ser vê hinek jî li pişt bariyeran bi meraqdarî li HDP'iyan temaşe dikin û hin jê jî li kesên ku ji hundur dertên dinihêrin.