EDENE - Penaberên Sûriyeyî yên li Edeneyê ji neçarî bi buhayê zêde di malên bi ritûbet û tavê nabînin de dimînin. Penaber li dijî nexweşiyan têdikoşin.
Penaberên ku ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe reviyan û hatin li Edeneyê bi cih bûn,di şert û mercên zor û zehmet de yan di konan de an jî di xaniyên bikirê de dimînin. Piraniya penaberên li Edeneyê bi cih bûne xizan in û di malên nebaş de rûdinên. Ji ber vê bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû dimînin. Her wiha dema germahiya zêde ya li Edenyê jî li van pirsgirêkan zêde dibe, ewçax ne pêkan e ku mirov di malê de îdare bike.
Berî ku penaberên sûriyeyî bên Edeneyê kirêya xaniyan erzan bû, lê bi hatina penaberan re kirêya xaniyan zaf zêde bû û penaber bi buhayên zêde xanî kirêkirin. Malên ku bi mehane tên dayîn jî, sê mehan carekê kirêya wan tê zêdekirin.
Penaberê sûriyeyî Yehya Hendewî anî ziman ku ji ber pir germ e ew nikarin di malê de îdare bikin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê jiyan zehmet e. Bi kirêyeke zêde em di xaniyên xerab de dijîn. Ez û birayê xwe tevde dimînin. Em mehê 700 lîreyî didin. Xwediyê xanî 6 mehan carekê kirê zêde dike. Xanî jî ne ew xanî ne ku mirov di wan de rûnê. Xwezî lingekî min bişikiyana û nehatama Tirkiyeyê."
Kemal Omer Şerîf jî ji ber zêdebûna kirêyan gilîdar e û got ku xwediyê xanî kengî bixwaze dikare wan derxîne. Şerîf wiha axivî: "Di malekê de çend malbat tevde dijîn. Ji ber mal xerab in, bronşît li zarokan peyde dibe. Mal nebaş in, em nexweş dikevin. Li vir mirov di ser me re pereyan qezenc dikin û wek ên dera han li me dinihêrin."