ÎZMÎR – Parlamenterên HDP’ê yên di çalakiya Nobeta Wijdan û Edalê ya Qada Gundogduyê bi şefaqa rojê re dest bi paqijî û sporê kirin.
Nobeta Wijdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Amed, Stenbol û Wanê ku li Îzmîrê berdewam dike, ket roja 3’yan. Parlamenterên Qada Gundogduyê li gel hemû astengiyan, heya derengiya şevê bi gel re hevdîtin pêk anîn.
Piştî liderxistina deng a bi şevê, parlamenteran dest bi nirxandina rojê kirin, şeva xwe bi nîqaş û pêşniyaran qedandin. Parlamenterên serê sibê ji xew şiyar bûn, dest bi paqijiya qadê û sporê kirin. Parlamenterên HDP’ê di roja 3’yemîn a Nobetê de jî, li bendêne ku ziyaretçiyê wan hebin. Di nava rojê de dê liser nobet û mijarin din ên di rojevê dene, dê daxuyanî bên dayîn.