Parastina Bajar a Stenbolê: "Em dê li ku vehewin?

STENBOL – Parastina Bajar a Stenbolê, bi minasebeta salvegera 17'ê Tebaxê ya Erdheja Marmarayê banga "Li dijî afetan, bi lezgîn ji herêmê de dest bi rêxistinkirinê bikin" kirin û pirsa "Em dê li ku vehewin" pirsîn.

Parastina Bajar a Stenbolê bi minasebeta 18'emîn salvegera 17'e Tebaxê daxuyanî da û xwest mirov xwe ji herêmê de li dijî afetan bi rêxistin bike. Parastinê anî ziman ku sedema afetan a herî mezin polîtîkayên tantê yên esasê wê mirov e û wiha got: “Polîtikayên rantê yên ku destûrê dide li ser singên di nava deryayê de avahiyan çêke, peravên deryayê tije ax bike û avahiyan ava bike, înşaetên li ser çeman ava bike, li her qadên vala yên bavar înşaatê ava bike rê li pêş afetan vedike. Di sala 2001'an de Qada konbajaran û komkirina mirovan ya di Plana Çalakiya Lezgîn de cihê xwe digire ji bo rantê kirin AVM, otel, plaza, rezidans. Ji 480 qadên afetê di sala 2010’an de daxistin 240'an û di sala 2016’an de jî daxistin 77'an. Xuya ye ku ev qadên konbajar û kombûna mirovan a li dijî afetan dê kêmtir bib.

562 Reyên Ragihandina Lezgîn a Afetê gelek ji wan ji aliyê ISPARK'ê ve hatin dagirtin. Rê û rêgehên xaza xwezayî divê bên nûkirin û zexmkirin, lê tu guhertin çênebûye. Amadekariyên ava paqij ku piştî erdhejê bibe pirsgirêk nehatiye kirin.
Ji 39 navçeyên Stenbolê tenê li ser malperê 9 navçeyan der barê erdhejê de agahî tên parvekirin.

Odeya Parastina Bajar pêşniyar kir ku li her taxê li gorî pêdiviyên axê alav û amûrên mudaxaleya erdhejê bên temînkirin û wiha got: "Divê plana Amadekariya Efetê ya bajar û navçeyan amade be. Divê çavkaniyên bingehîn û mirovan ên taxê bên diyarkirin û Analîsa Rîskê bê kirin. Em dixwazçin ku Şaredariya Bajare Mezin a Stenbolê (İBB) û hemû şaredariyên navçeyan qadên komkirina afetê yên girêdayî xwe ji welatiyan re aşkere bikin. Em bang li gelê Stenbolê dikin ku der barê qadên komkirina afetê de ji rêveberiyên eleqeder u berpirsiyar bipirsin û agahî kom bikin. "