ÎHD'ê xwest rojnameger Çelikkan bê berdan

STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê xwest rojnameger Murat Çelikkan ê piştgirî da Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, ceza lê hat birîn û hat girtin, serbest bê berdan û got: “Rojnaemgerî û parazvaniya mafên mirovan naye girtin."

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, têkildarî girtina rojnameger Murat Çelikkan ê ji ber piştgirî na Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê û rastî salek û 6 meh cezaye girtîgehê hat daxuyaniya nivîskî da. ÎHD'ê xwest Murat Çelîkkan bê berdan û wiha got: "Piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ne sûc e. Dijberi vê yekê azadiya îfadeyê ye. Azadiya Ramanê ye. Rojnamegerî û parastina mafên mirovan ne sûc e. Rojnamegerî û parazvaniya mafên mirovan nayê girtin. Divê Murat Çelikkan bi lezgîn bê berdan."