HDP: Em piştgiriyê bidin jinên Şapatanê

ENQERE - Îşkenceya polîs û leşkeran a ku li gundiyên Şapatanê hatibû kirin, HDP'ê bi raporekê ji raya giştî re parve kir. Di raporê de hat gotin ku jin bi tacîza devkî û heqaretê re rû bi rû mane û ev tişt cih girt: "Şideta fîzîkî pêk hatiye. Ji bo ev travma bê derbaskirin, divê rêxistinên jinan piştgiriyê bidin gundiyan."

Leşker û polîsên tevgera taybet bi ser gundê Şapatanê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de girtibûn û îşkenceyên dijwar li welatiyan kiribûn. Heyetek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çû herêmê û raporek amade kir. Di heyetê de Wekîlê Colemêrgê N^hat Akdogan, Wekîla Bedlîsê Mizgîn Irgat, endamê Meclisa Partiyê Ozgur Zeydanoglu, Hevserokê Colemêrgê Metîn Besî, Hevsekê navçeya Şemzînanê Felem Akar, rêveberê navçeyê yê DBP'ê Emîn Sari û rêveberên HDP'a Şemzînanê di heyetê de cih girtin û raporek amade kirin.

Di dewama raporê de hat diyarkirn ku piştî şer û pevçûn kûr bûn, şideta li herêmê zêde bû û wiha hat gotin: "Êrîşê hemû welatiyên gund kirine, di her temenî de welatî bi şidet û gotinên zayendî re rû bi rû mane, heqaret, şidet û îşkence li welatiyan hatiye kirin."

Di raporê de hat piştrastkirin ku şidet û îşkenceya li ser laşê welatiyan hêj tê dîtin û pêkanînên li Kurdistanê jî wekî serdema rejîma awarte hat pênasekirin. Di vîdeo û wêneyên ku hatin kişandin de, şopên îşkenceyê û hovîtiya leşker û polîsan hatin qeydkirin. Dîsa heqaret û gotinên zayendî yên li dijî jinan hatiye bikaranîn jî di raporê de hatin qeydkirin.

Di rapora HDP'ê de hat destnîşankirin ku pêkanînên sîstematîk bi dijwarî berdewam dike û hat xwestin ku hesabê vê hovîtiyê bê pirsîn û îşkencekar bên cezakirin. HDP'ê di dawiya raporê de bang li rêxistinên jinan jî kir û xwest piştgiriya derûnî û manewî bidin jinên gund.