COLEMÊRG - Serokê AKP'a Colemêrgê Nurettîn Firat, ji peywira xwe îstifa kir.
Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi gotina "westandina metalî" xwest rêxistinên AKP'ê nû bike, îstifaya duyemîn ji Colemêrgê hat. Serokê AKP'a Colemêrgê Nurettîn Firat ji peywira xwe îstifa kir. Firat li avahiya bajêr îstifaya xwe ragihand û da zanîn ku ew dê îro şûn de di AKP'ê de bi dildarî bixebite.
Duh jî serokê AKP'a Agiriyê Kemal Atmaca îstifa kiribû. Atmaca 2 sal bû serokê AKP'a Agiriyê bû. Atmaca aşkera kiribû ku ew dê careke din ji ber siyasetê re jî derbas nebe û dê bersivê nede tu pêşniyarî jî.