Çalakiya Aslanê HDP’î ya bi zincîr didome

ÊLIH - Çalakiya Wekilê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ya ji bo parastina Heskîfê bi zincîrê xwe bi zinar ve girêda didome.

Wekîlê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, bi armanca dînamîtkirina Heskifê şermezar bike û polîtikayên li ser Heskifê tê meşandin bi dawî bibe îro serê sibê li Keleha Darphane xwe bi zincîran bi zinar ve girê da û dest bi çalakiyê kir. Çalakiya Aslan a bi zincîr didome. Aslan, ji bo Heskif di bin avê de nemî, neyê xerakirin û bê parastin dest bi çalakiya bi zincîr kir û çalakiya xwe berdewam dike. Piştî Aslan dest bi çalakiyê kir gelek kes çûn ziyareta Aslan û piştgirî dan Aslan. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Êlihê, Platforma Demokrasiyê ya Êlihê û nûnerên saziyên sivîl ên civaki çûn ziyareta Aslan û piştgirî dan çalakiyê. Aslan, diyar kir ku heta hilweşina keleha dîrokî û Heskifê bi dawî bibe dê çalakiya xwe bidomîne.