Saziyên li Amedê: Kongreya neteweyî wekî nan û avê ferz e

AMED - Rêveberên sazî û partiyên siyasî yên li Amedê têkildarî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê nêrîna xwe anîn ziman û dest nîşan kirin ku, li dijî her cûre êrîşên giran ên li ser axa Kurdistanê pêwîste demildest kurd bibin yek û kongreya xwe ya neteweyî pêk bînin. Rêveberên saziyan banga lezgînî ya kongreya neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê kirin.

Li dijî her çar perçeyên Kurdistanê êrîşên dijwar pêk tên û di serî de dewleta Tirkiyê û hêzên navnateweyî bi van êrîşan dixwazin ku hemû destkeftiyên kurdan ji holê bên rakirin û kurdan ber bi têk birinê ve bibin. Ji bo kurd di qada navneteweyî û cîhanê de bibin xwedî gotin di sala 2013’an ji her çar parçeyên Kurdistanê pêkhateyên siyaseta kurd li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlerê ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li hev kom bûn û komcivînek li darxistibûn. Ji ber gelek sedeman berdewamiya vê kongreyê pêk nehat û negihîşt encamê. Di van demên dawî de ku li her deverê li dijî kurdan êrîşên tunekirinê zêde bûne, pêkhateyên siyaseta Kurdistanê di nav hewldanan de ne ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk were. Berpirsyarên sazî û partiyên li Bakûrê Kurdistanê jî banga lezgînî ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk were kirin.

‘BANGA KCK'Ê GIRÎNG E’

Endamê Dîwana Serokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Musa Farisogullari bi bîr xist ku, heta niha li ser Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gelek nîqaş hatine kirin û demekê hin gavên erênî hatin avêtin û got, nîqaşên kongreya netewî di 2009’an de dest pê kirine. Farisogullari diyar kir ku, ji bo kongreyê hin partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê lawaz nêzî kongreyê bûne wiha got: “Dema mirov baş bala xwe bide vê yekê dewletên dagirker ji bo Kongreya Netewî ya Kurdistan neyê li darxistin, gelek dek û dolabên mezin lîstin. Li gel hemû lîstikên mezin jî xebatên kongreyê gihîştin merhaleyekê. Bi pêşengiya Tirkiyê û gelek dewletên din astengî derxistin. Ji bo kongreyê bêtir berjewendiyên siyasî li pêş ketin û berjewendiyên yekitiyê esas nehatin girtin. Ji ber van kêmasiyan kongre çênebû.” Farisogullari da zanîn ku, ew bangewaziya KCK'ê ku ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di rojên bihurî de aşkere kiribû girîng dibînin û wiha domand: “Li gel banga kongreya neteweyî, em niha di gelek pêvajo û qonaxek girîng de derbas dibin. Li gel têkoşîna nêzî 50 salan a kurdan niha talûkeyek mezin jî li pêşiya hemû parçeyên Kurdistanê heye. Dixwazin hemû deskeftiyên Kurdistanê dagir bikin. Bi taybetî jî planên dagirkirina Kurdistanê bi pêşengiya dewleta Tirk tê meşandin. Ev rewşa em têde derbas dibin, pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Dema ku yekîtiya hemû Kurdistanê pêk neyê wê hemû destkeftiyên perçeyên Kurdistanê têk biçin. Divê ku Başûrê Kurdistanê talûkeya li pêşiya Kurdistanê baş bibine û wisa nêzî kongreya neteweyî bibe.”

‘DÊ KONGRE RÊ NEDE DAGIRKIRINÊ’

Farisogullari bal kişand ser heyetên ji KCD û HDP’ê pêk hatin ku gelek caran ji bo kongreya neteweyî çûbûn cem partiyên Başûr, dan û sitendinê girîng kiribûn û wiha domand: “Em jî wek KCD’ê hêvî dikin ku banga dawî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê cihê xwe bigire. Dem dema lihevkirin û fikrek hevpar a gelê kurd e û dema kongreya neteweyî ye. Eger ku yekîtiya kurdan pêk were dê hemû planên dagirkeran li Kurdistanê têk biçin. Qet nebe jî pêwîste em bên cem hev û pirsgirêkên xwe biaxivin. Em nabêjin KCD çi bêje wê wisa bibe, ji bo yekîtiya me çi pêwîst bibe em wê pêk bînin. Herî kêm em di vê pêvajoya dijwar de dikarin komîsyonên xwe ava bikin û bila komîsyon vê xebatê bi rê ve bibe. Êdî mafê tu kesî li Kurdistanê nîne ku bêjin bila kongreya netewî neyê avakirin. Em bang li hemû sazî û dezgehên Kurdistanî dikin ku em di demek kurt de bên cem hev û van talûkeyên li ser axa Kurdistanê vala derbixin û rê nedin dagirkirina Kurdistanê. Pêwîstî bi statuyeke giştî û parastinek hevbeş a Kurdistanê heye. Lazim e bi hev re maf, statu û pêşeroja xwe bi gelê xwe re biparêzin.”

‘NE DEMA GOTINA YE, DEMA PRATÎKÊ YE’

Kordînatora Tevgera Azadî Duysal Karataş jî dest nîşan kir ku, di rewşa niha de li pêşiya her çar parçeyên Kurdistanê planên pêşîlêgirtina siyaseta kurd heye û wiha axivî: "Ji bo êrîşên li dijî kurdan rawestin divê sekna hemû sazî û dezgehan zelal be. Em bi her awayî ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê amade ne. Êdî dem dema jixewşiyarbûna kurdan hatiye. Ne dama raketina kurdan e. Feyda tu dewletan ji bo me nîne. Tirk, rom, faris û yên din li dijî kurdan bûne yek. Hemû kes êrîşî kurdan dike. Bila ji vê xewa bêdengiyê rabin. Dem dema xurtbûna yekîtiya kurda ye. Dem dema pêkanîna kongreya netewî ya Kurdistanê ye. Bi gotina anîna ziman a kognreya netewî hêsan e, lê ev bi gotina nabe. Ji bo kongreya netewî pratîk û teorî lazim e.”

Karataş bal kişand ser hewldana PDK'ê ya ji bo kongreya neteweyî û wiha domand: “Heta niha PDK'ê gelek car nêrînên xwe vegot û rexne kir, lê di pratîkê de jî aşkere cih negirt. Madem mijar yekîtiya kurda ye pêwîst e hemû kurd li cem hev cih bigirin. Ne pêwîst e ku li cem Tirkiyê û xizmeta wan cih bê girtin. Divê em di vê pêvajoyê de hişyar bin. Divê kêliyek beriya kêliyekî kongreya Kurdistanî li ser fikrek hevbeş bê avakirin.”

‘KONGRE WEKE AZADÎ, NAN Û AVÊ FERZ E’

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel jî diyar kir ku, beriya her tiştî kurd hebûna hev qebûl bikin û got: "Ev yek ji bo kurdan gelek girîng e. Divê stratejiya kurdan hemû kurd û Kurdistanê pêşwazî bike. Di mijara yekîtiya kurdan de gelek qonax derbas bûn. Bi taybetî di 2013’an de li Hewlerê komcivînek girîng ji bo kongreya netewî pêk hat. Destpêka avakirina vê kongreyê hêviyek mezin di nav kurdan de ava kir, lê mixabin berdewamiya wê nehat. Divê ku her partiyek kurdan ji vêya ders bistîne. Beriya her çar parçeyan divê ewil her parçe di nav xwe de fikrekê derxe holê. Heta di yek parçeyekî de tifaq çênebe, em nikarin di çar parçeyan de tifaqê çêkin. Heta ku nakokî nav siyaseta parçeyên kurdistanê de hebe mirov nikare behsa kongreya neteweyî bike. Divê ku em ji bo tevahiya Kurdistanê siyasetek bi hev re biafirînin ku dikaribin li hemberî qada navnetewî wek Kurdistanek giştî tevbigerin. Beriya her tiştî divê bingeh bê amadekirin. Ev karê rojekî nîne. Kongreya neteweyî wek azadiyê, nan û avê ji me re ferz e. Lê divê ji bo damezrandina kongreyê bi gotinan nabe. Pêwîste gav bên avêtin û çarçoveyek derbikeve holê.”

Bîlal Guldem - dîhaber