Karê qeyûman di rêde naçe: 5 serokên daîreyan ji kar derxistin

AMED - Qeyûm Cumali Atilla ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin û AKP li hev nakin. Qeyûm dawî li peywira 5 serokên daîreyan ku di pêvajoyên îhaleyê de çalak bûn anî.

Cumali Atilla ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, dema dest bi kar kir ji bo serokatiyên daîreyên şaredariyê gelek kes ji saziyên dewletê peywirdar kiribûn. Lê belê piştî demekê qeyûm û Teşkîlata AKP'ê ya Bajêr li hev nekirin û li ser vê nelihevkirinê 5 serokên daîreyan ji peywirê hatin wergirtin û ew dubare şandin karên wan ê berê. Her wiha tê derpêşkirin ku ev kesên navborî di pêvajoyên îhaleyan de çalak bûn û ji ber rantên ji îhaleyan bi dest ketine nelihevkirinek xwe daye der.

Navê kesên ku qeyûm ew ji kar derxistine û şandine ser karê wan ê berê ev in:

Serokê Daîreya Îtfaiyeyê Hakki Bilici

Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovan Mustafa Çelik

Serokê Daîreya Nasandina Dîroka Bajêr Gokhan Guner

Serokê Daîreya Pêşvexistina Çavkaniyan Haci Nuri Bakir

Serokê Daîreya Kirariyên Agahiyan Ahmet Yildizhan.

Piştî tayînkirina qeyûm Cumali Atilla êdî pirsgirêkên wî û kadroyên AKP'ê yên bajêr ji weziyeteke nepeniyê derketin. Her wiha berê jî birayê Parlementerê AKP'ê yê Amedê Galip Ensarioglu Cihan Ensarioglu û qeyûm li avahiya şaredariyê ketibûn qirika hev û li ser fermana qeyûm li avahiya şaredariyê hatibû binçavkirin û piştî 2 rojên binçavkirinê li ser hewldanên AKP'ê hatibû berdan.