Stenbolê deng da Sûrê

STENBOL – Endamê Platforma Piştgiriya ji bo Sûrê Denîz Ozgur, aşkera kir ku kampanyaya îmzeyan a ji bo Sûrê hatiye destpêkirin, li Stenbolê deng vedaye. Ozgur bang li welatiyên rojavayî jî kir û xwest piştgiriyê bidin kampanyayê.

Piştî li dijî rûxandina navçeya Sûrê ya Amedê Platforma Piştgiriyê ku ji bo Sûrê hat avakirin, ji 2'yê Tebaxê ve li Stenbol û navçeyên wê stand hatine vekirin û îmze tên berhevkirin. Armanca vê kampanyayê ew e ku ji bo piştgiriya Sûrê û welatiyên li herêmê 100 hezar îmze bên berhevkirin. Kampanyaya ku starta wê li Qada Khalkedonê ya Kadikoyê hat dayîn, li Qada Îstîklalê ya Taksîmê û li Qada Kartalê ya Beşîktaşê dewam dike. Denîz Ozgur ku di Parastina Bajêr a Stenbolê de cih digire û di heman demê de endamê Platformê ye jî aşkera kir ku ew ê di rojên pêş de kampanyayê li navçeyên cuda belav bikin.

‘PIŞTGIRIYA GEL GELEKÎ ZÊDE YE’

Ozgur da zanîn ku kampanyaya li dijî rûxandina Sûrê ku li Amedê hatiye destpêkirin, li Stenbolê piştgiriyeke xurt girtiye û wiha axivî: "Me bi heman metnê li vir dest bi berhevkirina îmzeyan kir. Ya rast divê têkoşîna ji bo Sûrê tê dayîn bê berdewamkirin û têkoşîna parçe parçeyî bi hev ve bê girêdan û ji bo vê jî platformek hat avakirin. Me bi vekirina van maseyan re armanc kir ku em xwe bigihînin gelek mirovan." Ozgur dest nîşan kir ku ji derveyê kampanyaya îmzeyan, têkiliya ku bi gel re hatiye dayîn jî gelekî girîng e, piştrast kir ku heta niha 2 hezar 500 îmze berhev kirine. Ozgur got ku ew piştgiriyê ji gel digirin, lê ji ber ku welatiyên ji Sûrê koçber bûne, hemû piştgiriyê didin kampanyayê û ji ber vê gelekî kêfxweş in. Ozgur anî ziman ku wan li Beyogluyê di saet û nîvekê de hezar îmze berhev kirine, welatiyên der barê mijarê de jî agahiyên wan tune ne, wan agahdar dikin.

‘HEDEF 100 HEZAR ÎMZE’

Ozgur der barê zextên polîsan de jî agahî da û piştrast kir ku her gava ku standekê vedikin, di kontrola polîsan re derbas dibin û wiha pê de çû: "Ji ber standa Sûrê tê vekirin tên vir dixwazin me bitirsînin. Em vê dizanin." Ozgur anî ziman ku ew ê di meha Îlonê de li Parka Abbasaga ya Beşîktaşê forûmeke berfireh ji bo Sûrê li dar bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em li şertên Amedê mêze dikin, em dizanin ku nahêlin maseyekê jî vekin. Em dizanin ku zêdetir diçin saziyan û di gera li kafeyan de îmze tên komkirin. Em jî hedefa wan esas digirin. Em hejmarê bi hev re parve dikin."

Ozgur got ku "Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve" û ev tişt gotin: "Sûr mîrateya çandî ya cîhanê ye û hikumeta AKP'ê dixwaze vê mîrateyê bi hovane talan bike. Mijara me ne tenê Sûr e, Heskîf jî di bin êrîşa hovane de ye. Ya rast me di sala 2015'an de xwest em bibin dengê bajarên ku ji şer zirar dîtine. Bi taybetî divê welatiyên li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê dijîn, li hemberî van êrîşan bê deng nemînin. Ji ber wê divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê."

Ozgur herî dawî aşkera kir ku dema ew gihiştin armanca xwe, dê îmzayên ku hatine berhevkirin, bi rêya daxuyaniyekê teslîmî TBMM'ê bikin.