RIHA - Zarokan Kobaniyê yên ji bo pereqezenckirinê li kuçeyên Rihayê ne, di lingên wan de şimik, li ser serê wan sêniya simîtan a ji qama wan mezintir û bi bişirîna li rûyê wan peyda dibe, bêrîkirina xwe yî ji bo Kobaniyê tînin ziman.
Di 15'ê îlona 2014'an de piştî DAIŞ'ê êrîşî Kobaniyê kir, gelek kobaniyî li Rihayê hêwirîn. Li kuçeyên Rihayê Hemûd Muhamed Eliyê 6 salî û kekê wî yê 10 salî Muhamed Muhamed Elî yên sêniyên mezin ên simîtan li ser serê wan, bêyî bişirîna li rûyê wan biçilmise, dixwazin vegerin Kobaniyê.
Her du birayên li Taxa Mûradiyeyê ya navçeya navendî ya Eyyûbiyeya Rihayê li bereqeyekê dijîn, her roj şeveqê zû tên navenda danûsetendina li Platoya Gola Masiyan simîtan difiroşin. Li gel sermaya zivistanê jî, di ling wan de şimik heye, ji her kesên di ber wan de diçin bi ruyekî bişirîne bi kurdî dipirsin: "Kehke Nakirî? (Simîtan nakirî)."
Ji birayan ê mezin Muhamed bi kurdî wiha dibêje:"Bavê min hemaltiyê dike. Em 7 xwişk û bira ne. Em jî dixebitin. Rojê em 5-10 lîreyî qzenc dikin û dibin malê." Lê Hemûd jî bêyî dev ji bişîrina xwe berde, wek nispetî kekê xwe bike wiha dibêje:"Ez rojê 50-100 TL'yî qezenc dikim."
Her du bira jî, bêrîkirina xwe yî ji bo Kobaniyê li axaftina xwe zêde dikin û wiha dibêjin:"Rojek berî rojekê dixwazin vegerin Kobaniyê. Me zaf bêriya wê kiriye."