ÎZMÎR – Nobeta Wijdcan û Edaletê ya HDP’ê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê di roja 4’emîn didome. Wekîlên di nobetê de bi werzîş û paqijiya derdorê dest bi rojê kirin.
Nobeta Wijdcan û Edaletê ya HDP’ê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê di roja 4’emîn didome. Wekîlên di nav bariyaran de hatine hepskirin li gel hemû astengiyan jî heta saetên dereng ê şevê bi hilbijêrên xwe re şeva xwe derbas kirin. Piştî çalakiya deng derxistinê wekîl û ziyaretvanan li ser pêvajoya siyasî nirxandinan kirin û şeva xwe bi nîqaş û pêşniyaran bi dawî kirin.
Wekîlên di saetên serê sibê de ji xewê şiyar bûn bi werzîş û paqijiya derdorê dest bi rojê kirin. pişt re parlamenteran taştê amade kirin. Dê li tevahiya rojê çalakger ji aliyê jinan ve bên ziyaretkirin.